Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike

img
WAN - Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWan’ê di roja çaremîn de bi lîstika "Tu ne gara yî" berdewam kir. Ji bo lîstikê eleqeyeke mezin hebû. 
 
Mîhrîcana Şanoyê ku di 23’ê yê îlonê de ji hêla ŞanoWan’ê ve bi dirûşma “Ew roj wê hile, ew bihar wê bê" hatibû destpêkirin, didome. Mîhrîcan saet di 15.00’an de bi lîstika Teatra Yekta Hevî ya bi navê "Tu ne gara yî" dest pê kir. Ji destpêkê heta niha tevlibûneke zêde ya mîhrîcanê heye û ji bo lîstikê jî eleqeyeke mezin hebû. 
 
Lîstika bi navê "Tu ne gara yî" balê dikişîne ser polîtîkayên siyasî û leşkerî û radixe ber çavan bê ka rastî çawa tê berovajîkirin. Lîstika ku ji hêla Teatre Yekta Hevî ve hat pêşandan, ji hêla gel ve gelek hat ecibandin.
 
Mîhrîcan dê îro saet di 20.00’an de bi lîstika "Buka leki" bidome. Sibe jî dê saet di 15.00 û 20.00’an de lîstikvanên Hinek Henek derkevin ser dikê.