Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin

img
ÎZMÎR - Keça Mûsa Anter, Rahşan Anter tev li çalakiya îmzeyê ya pirtûka “Reşê-Ji Çavê Keça Wî Mûsa Anter” bû û wiha got: “Kesên ji Apê Mûsa hez dikin dê di vê pirtûkê de gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin.”
 
Ji bo pirtûka “Reşê-Ji Çavê Keça Wî Apê Mûsa (Reşê-Kızının Gözünden Musa Anter)” ya rojnameger Hatîce Kamer, li Mala Pirtûkan a Yakinê çalakiya îmzeyan hat lidarxistin. Ji bo çalakiyê eleqeyeke mezin hebû û keça zanyar û rojnamegerê kurd Apê Mûsa (Anter), Rahşan Anter jî tev li bû. 
 
Anter di çalakiyê de axivî û da zanîn ku doza bavê wê di 21’ê îlonê de hatiye betalkirin û wiha got: “Lewma gelek xemgînim. Ji vir û şûnde tişta pêwîst çi be em ê bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Min bi bavê xwe re demekî kin lê gelek berhemdar derbas kir. Ji ber ku wê demê gelek diket girtîgehê û derdiket. Lewma me nedikariya bi hev re zêde dem derbas bikin. Lê ew demên em bi hev re, gelek xweş bûn. Bavê min bi zarokan re demên gelek xweş derbas dikirin. Ne tenê bi zarokên xwe re, bi hemû zarokan re demên xweş derbas dikirin. Keça min Hatîceyê, bîranînên min ên bi bavê min re, tiştên hatine jiyîn berhev kirin û piştî kedeke 3 salan nivîsandin. Weke keça Anter, min jî tiştên jiyayîn, hestên xwe û dîroka Tirkiyeyê ya wê demê jê re vegot. Di vê pirtûkê de bîranînên me yên nostaljîk hene û hezkiriyên Apê Mûsa dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayîn zanîn, hîn bibin.”