Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin

img
RIHA -  Derhênera fîlmê Kobanê ya berxwedana dîrokî ya li dijî DAIŞ’ê hate dayîn dike mijara xwe Ozlem Yaşar, diyar kir ku armanca wan ew e ku berxwedana dîrokî nedin ji bîr kirin û wiha got: “Senaryo ne me, kesên li ser xwe dan nivîsandin.”
 
DAIŞ’ê di 15’ê îlona 2014’an de ji 3 baskan êrişî bajarê Kobanê ku di nav bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê “Xweseriya Demokratîk” lê hatibû îlankirin, kir. DAIŞ’a ku bi êrîşa li dijî Kobanê re xwest şoreşa gelan bifetisîne, plan kir ku bajarê ku bajarekî biçûk ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, di demeke kurt de bidest bixe, lê rastî yek ji mezintirîn berxwedanên dîrokê hat. Berxwedana gelê Kobanê ya bi mehan dom kir, dawiya DAIŞ’a ku bûbû xewna tirsê ya mirovahiyê anî. Kobanêya ku bi hezaran jin û xortên ciwan jiyana xwe ji dest dan, tevî derfetên kêm jî teslîmî tarîtiyê nebû. 
 
Di encama berxwedana 134 rojan dom kir de DAIŞ’a ku li hemû cîhanê tirs belav kir hate têkbirin û bajêr di 26’ê çileya 2015’an de hate rizgarkirin. Berxwedana li Kobanê ku hemû cîhan bi berxwedana xwe ya bêhempa nas dike û pêre kete nava hevgirtinê, di nava 8 sal an de bû mijara bi hezaran gotar, nûçe, bi dehan belgefîlm, çîrok, pirtûk û fîlman.
 
Yek ji berhemên ku berxwedanê dike mijara xwe jî fîlmê “Kobanê” ku senaryoya wî Medya Doz nivîsandiye derhênera wî Ozlem Yaşar e. Fîlm di sala 2021’an de ji aliyê Komuna Fîlm a Rojava û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) ve hate kişandin. Fragmana fîlm di salvegera mirina sînemager Mazdek Ararat (Ûmer Bagci) ê di 19’ê îlona 2019’an de di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû de hate nîşandan. Pêşandana fîlm a ewil duh saet di 19.00’ande li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê pêk hat. Fîlmê ku ji aliyê sedan welatiyan ve hate temaşekirin, dê her roj di navbera 20-26’ê îlonê de li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido were pêşandan. 
 
Derhênera fîlmê Kobanê Ozlem Yaşar, têkildarî fîlmî de ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Yaşar, diyar kir ku nîşandana fîlm a ewil a li bajarê kobanê pêk hat girîng bû û wiha got: “Destpêka fîlm ev der bû. Fîlm li vir bi dawî bû. Me kişanên xwe li vir kirin û me xwest nîşandan fîlm a ewil jî li vir bikin. Eleqeyeke mezin nîşanî nîşandan ewil hate kirin. Gel ji bo temaşe bike gelek hewl dan. Me dît ku fîlm bandoreke mezin li temaşevanan kir. Kesên fîlm temaşe kirin şahidên vê berxwedanê ne. Temaşevanan gelek kesên di berxwedanê de şehîd ketibûn, ji nêz ve nas dikirin. Gelek ji wan xizmên hev bûn. Gelek kesên ku fîlm temaşe dikirin bihestiyar bûn û neçar man derketin derve.”
 
BERXWEDANA SEDSALÊ 
 
Yaşar, diyar kir ku di berxwedaan Kobanê de gelek gelan cih girt û wiha berdewam kir: “Gelek kesan li ser medyayê her roj berxwedan dişopand, gelek kesan jî di berxwedanê de cih girtin. Rizgarkirina Kobanê ji bo herkesê girîng bû. DAIŞ’ê bajar talan û wêran dikir lê şervanên ku li dijî vê axa xwe diparastin hebûn. Ji bo ku li ber xwe bide gelek hincetên wan ên mafdar hebûn. Berxwedana Kobanê bû berxwedana sedsalê. Li dijî hemû neyiniyan berxwedaneke mezin hate kirin. Bi vînek û ruhekî azad li ber xwe dan û hêzeke mezin derket holê. Vê berxwedanê îlhma da me yên wê demê berxwedan ji nêz ve dişopand. Me senaryo li ser bingeha vê rastiyê nivîsand. Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin. Ji bo kişandina fîlmê Kobanê me piştî berxwedanê amadekarî kiribin jî êrişên Tirkiyeyê yên dagirkeriyê yên li ser herêmê destûr neda ku em vê pêk bînin.” 
 
JINÊN LI DIJÎ TARITIYÊ ŞER KIRIN
 
Yaşar, destnîşan kir ku sedemê kişandina fîlmê Kobanê ew e ku berxwedana dîrokî nedin ji bîr kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “DAIŞ’ê piştî li gelek deveran komkujî pêk anîn berê xwe da Kobanê. Ev êriş li dijî şoreşa jinan a di pêk hat bûn. Jinan li dijî êrişan bi vê zanebûnê tevgeriyan. Jin ne tenê ji aliyê leşkerî ve li her qadê xwe parastin. Jin teslîmî taritiyê nebûn. Jinan pêşengtî ji vê berxwedanê re kirin. Berxwedana jinan hêj didome. Li dijî hişmendiya jin tune dihesibandin li Rojava şoreşek pêk hat. Ev ji perçeyên din ên Kurdistanê re jî dibe îlham. Li Rojhilatê niha jin di berxwedanê de ne. Li Kobanê çawa li dijî hişmendiya DAIŞ’ê berxwedanek hatibe dayîn niha heman berxwedan li Îranê li dijî hişmendiya tarî tê dayîn û pêşengên berxwedanê jin in.”
 
MA / Emrûllah Acar