Li Silopiyayê Atolyeya Zarokan hate lidarxistin

img
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê di çarçoveya Mîhrîcana Şano û Zarokan de Atolyeya Zarokan li dar xist. 
 
Şaredariya Silopiyayê di çarçoveya Mîhrîcana Şano û Zarokan de li Parka Bersîs a li Taxa Şehît Harûn Boy Atolyeya Zarokan li dar xist. Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk jî beşdarî atolyeyê bûn. 
 
Di aktîvîteya ku Ma Muzîk tev li bûyî de bi zarokan re atolyeyên rû boyaxkirinê, rîtîmê, deng û hwd. hatin kirin. Aktîvîte bi stranên ku zarokan gotin bi dawî bû.