Zeraq li ser 'Rengê Hebûnê' axivî: Duzimanîbûn ji bo me mirin e

img

 

AMED - Dilawer Zeraq di gotûbêja bi navê "Rengê Hebûnê" de destnîşan kir ku ronesansa kurdî bi rojnamaya "Kurdistan"ê dest pê kiriye û bi kovara "Rewşen"ê geş bûye. Zeraq got: "Duzimanîbûn ji bo gelekî wekî me, mirin e. Xelasiya me di kreolîzebûyînê de ye. Ji ber ku kreolîzebûyîn me nakuje, serdestiya zimanên din li ser me çênabe." 
 
Di çarçoveya çalakiyên meha Îlonê yên Wêjegeh Amedê de, li Weşanxaneya Lîsê gotûbêja bi navê "Rengê Hebûnê" hat lidarxistin. Di gotûbêjê de ku bi moderatoriya helbestvan Lal Laleş hat lidarxistin, nivîskar û akademîsyen Dilawer Zeraq li ser pirtûka xwe ya nû "Rengê Hebûnê" axivî. Gelek wêjehez tevlî gotûbêjê bûn.
 
Nivîskar û akademisyen Dilawer Zeraq, di gotûbêjê de li ser sê qonaxên "hebûn"iyê sekinî: Qonaxa Ajdanê, Qonaxa Pêkhatinê û Qonaxa Geşedanê. 
 
Zeraq di gotûbêjê de ewilî li ser navê pirtûkê "Rengê Hebûnê" sekinî. Zeraq bilêv kir ku "Rengê Hebûnê" bi xwe berdewama tradîsyonekê ye û wiha got: "Ev, sedema veavabûnê ye. Ev veavabûn naqede, tim berdewam e." 
 
'KREOLÎZEBÛYÎN'
 
Piştî bi kurtî pênasekirina navê pirtûkê, nivîskar Zeraq berî ku yek bi yek li ser qonaxên navbirî bisekine, di wêjeya klasîk a kurdiya kurmancî de li ser têgiha "kreolîzebûnê" sekinî. Zeraq bilêv kir ku kreolîzebûn di destpêka kolonyalîzmê de derdikeve û wiha pê de çû: "Ewropayiyên diçin Amerîkaya Latînî, ne wekî serdest û rêvebir, wekî gel li wir dimînin. Ew gelên bi safîtiya xwe diçin wir, dikevin nav zimanê xwecihên wê derê. Zimanê wan û yên xwecihên wê derê dikeve nava hev. Zimanekî dîtir ê tevlîhev çêdibe (wekî mînak tirşikê dide) û ev wekî ziman jî tê qebûlkirin. Wê çaxê nav lê dikin, jê re dibêjin 'zimanê kreolan.' Kreol, hem li wê derê dimînin, lê hinek ji wan jî vedigerin, tên Ewropayê. Lê wekî zanistî cara pêşîn Edmûnd Glisant, wê hinekî din jî pêş de dibe, dibêje 'Zimanê kreolîzebûnê an jî kesê ku ji aliyê zimên ve kreolîzebûyî ew kes e ku ji bilî zimanê dayika xwe, zimanê dîtir jî di asta zimanê dayika xwe de dizane. Yanî hevpêwendiyên zimanî, bi zimanên din re jî daniye; ne wekî peyv ku niha kurd li twîtterê û li virde û wirde dikin; 'em ji vê peyvê re dibêjin çi, em vê ya dibêjin û qediya, em zimanê xwe hîn bûn.' Îcar ne wisa, wekî ruhê peyvan, wekî ruhê ziman, çi qas zimanê xwe yê dayikê bizanibe, ew qas jî zimanekî dîtir jî dizane." 
 
'KREOLÎZEYIYÊ PÊŞÎ CIZÎRÎ YE'
 
Zeraq di berdewama axaftina xwe de derpêş kir ku di wêjeya kurdî de "kreolîzeyî"yê pêşî Melayê Cizîrî ye û got ku ji lew re Cizîrî hevpêwendiyek ruhî û zimanî bi ziman û çandên din re daniye. Zeraq wiha got: "Ez di lêkolînên xwe de gihîştim wê encam ku krolîzeyiyê pêşî Cizîrî ye. Cizîrî bi qasî ereban bi erebî dizane. Belkî di hin tiştan de ji kurdiya xwe zêdetir erebî dizane. Eynî tiştî farisî dizane. Çi kiriye Cizîrî? Cizîrî, ne tenê medrese xwendiye, ne tenê bûye mela. Cizîrê hevpêwendiyek ruhî û zimanî, bi zimanên din, çandên din û fikrên din re daniye. Pêwendiyên di navbera zimanan de, ne yekser û rastser in; kompleks û geremolî ye. Em çi dikin? 'Em ji bê peyvê re dibêjin çi? Tirkiya wê ev e', qediya û çû. Pêwendiya me ya bi tirkî re jî wisa ye."
 
Zeraq destnîşan kir ku têkiliya Cizîrî ya bi erebî û farisî re ne wekî ya wan e û got ku di heman demê de hem a Xanî (Ehmedê) hem a Feqî (Teyran) jî wisa ye û wiha got: "Ji me sed gavan pêşdetir in. Wan dizanibû di kurdî de, bi taybetî di kurmancî de, gava ku peyvek dibêjin ruhê wê peyvê çi ye û ew ruh di erebî de, di farisî de rastî çi tê? Beranberiya wê çi ye? û digel konteksta wê. Gava em Cizîrî an jî her sêyan dixwînin... ên piştî wan hatine hemû texlîtkar in. Lê ew her sê kes bi tena serê xwe şûnewara edebiyata klasîk a kurdî ava kiriye. Lê têkiliya wan a zimanî bi zimanên din re, bi çandên din re li ser kreolîzebûyînê ye. Her sê jî kreolîzeyîbûyî ne. Gava te ji wan re bigota vî tiştî bi kurdî nenivîsîne, bi farisî binivîse, dikarin wê tiştê bêkêmasî bi farisî binivîsînin. Bêyî ku tê de bialiqe. Îjar kreolîzebûn kêmasiyek çêdike? Na. Berevajiya wê... Di heman demê de li Parîsê Dubelayî heye. Dubelayî beriya ku Parîs bibe navenda edebiyata ewropayî, pêşniyaz li nivîskarên fransiyan dike, dibêje 'Me çawa latîniya mîrateya yewnana kevn girt û edebiyateke latînî ava kirin, li ser kreolîzebûyînê, li ser wergerê, li ser avakirin û veavakirinê, em fransî jî, tevî a xwe ji latînî hildin.' Ji latînî hildane anîne edebiyatek ji xwe re ava kirine. Niha dibêjin 'edebiyata fransî gelekî pêşketî ye ne wisa? Gelek xurt e û zimanê fransî jî. Nîvê wê, mîrateya yewnan û latînî ye. Lê em çi dikin?"
 
Zeraq wiha domand: "Di roja îroyîn de gava ku em li wan dinêrin, em wan tenê bi şîroveyeke nesekuler... Armanca min a ji sekulerê ne dîn e, dîtineke sabît. Gava tu dîtineke westdar, hişk perçe bikî, tu wê dîtinê êdî sekuler şîrove dikî. Em nikarin sekularîzasyonek bidin destpêkirin ku em bizanibin 'Çima Dilawer Zeraq dibêje, Melayê Cizîrî kreolîzebûyê pêşîn e û digel wê Feqî û Xanî jî wisa ye. Sedema wê ev e, kreolîzebûn di vî warî de gelek keysên berfireh datîne ber me. Yanî ew zimanê ku em pê kreolîze dibin dibe ku zimanê serdestan be jî, dibe ku ên mêtîngerên me be jî, dibe ku zimanê latînî be jî, dibe ku zimanê sanskrîtî be jî ferq nake. Tercîh ew e ku ew ziman zindî be. Ew ruhê zimanan gava ku hev girtin an jî hatin ba hev, li hev nekin jî, gava em karibin wan bi hev re bimeşînin, wê hingê em dikarin bibêjin ku di vî warî de ev nivîskar kreolîzebûyî ye. Ev rewş ji aliyê klasîkê ve her tim domandiye. Koyî jî wisa ye, Evdila Cevdet jî wisa ye, Xelîl Xeyalî jî wisa ye û heta bi Cegerxwîn jî kreolîzebûyîn e."
 
'DUZIMANÎ WEKÎ MIRINÊ YE'
 
Zeraq derpêş kir ku wêjeya kurdiya kurmancî ji zimanekî kreolîzebûyî pêk tê û got ku nivîskarên edebiyata kurdî ji sedî 90'ên wan kreolîzebûyî ne. Zeraq wiha got: "Hinek jî hene du zimanî ne. Du zimanî çi ye? Tenê du zimanan dizane, lê zêde nikare hevpeywendiyê di navbera wan de deyne. Mînak bi zimanê xwe peyvekê dizane, tenê wekî peyv berginda wê di tirkî an jî farnsî de dizane, ew qas. Lê ruhê wan, nikare bîne ba hev. Ev duzimanîbûn e. Duzimanî bûn ji bo gelekî wekî me, mirin e. Xelasiya me di kreolîzebûyînê de ye. Ji ber ku kreolîzebûyîn me nakuje. Na, serdestiya zimanên din li ser me çênabe. Berevajiya wê, zimanê dayika me her tim serdest e, em her tiştên di wan zimanan de bi zimanê xwe yê dayikê saz dikin. Ji ber wê yekê ez vê meseleya kreolîzebûyînê hem wekî teorî hem jî wekî pratîk datînim ser sifrê ji bo ku em gengeşiyê li ser bikin."
 
'ÎJA BECKETT Û NABOKOV ÇI NE?'
 
Zeraq, pirsa moderator "Gava meriv di çarçoveya meseleya duzimanî de bifikire, Samuel Beckett, Vladimir Nabokov û yên din duzimanî ne yan na? Em dikarin ji bo wan çi bibêjin?" wiha bersivand: "Nabokov ji bo xwe dixebite, ne neteweyeke bindest e. Ew kes e ku bi rûsî dinivîse. Li Rûsyayê zêde bala xwe nadinê, nabe navdar. Ew jî lê dixe diçe Fransayê. Pêşî ne bi îngilîzî, bi fransî dinivîse. Paşê gava ku berhemên xwe ji Rûsyayê dibe, berhemên xwe yên bi rûsî nivîsiye, li Fransayê bi alîkariya hinekan bi hev re werdigerînin fransî. Di fransî de nav belav dibe. Paşê dîsa bi yekî re, bi hev re berhemên xwe werdigerîne îngilîzî. Îja Nabokov çi ye di vî warî de? Ne tu tiştek e. Ha, di warê kreolîzebûyînê de dibe ku Nabokov di ser rûsî re, bi fransî re û bi îngilîzî re kreolîze bûbe. Ji ber ku bi zimanê dayika xwe nivîsiye û dikare wê berhema xwe, di zimanekî din de, di eynî astê de wergerîne. Mesele, eynî ast e, eynî ruh e, zevtkirina eynî tiştî ye. Di heman demê de belkî Nabakov dikare ji fransî jî di heman astê de wergerîne rûsî. A wê çaxê dibe kreolîzebûyî. Yanî ji bo kreolîzebûyînê ne şert e em bindest bin." 
 
'QONAXA AJDANÊ'
 
Zeraq piştî mijara "kreolîzebûyîn"ê li ser sê qonaxên di "Rengê Hebûnê" de hatine destnîşankirin û çavkaniyên wan sekinî. Zeraq anî ziman ku wekî destpêka wêjeya modern an jî zimanekî ne wekî yên klasîkan tê bikaranîn, zimanekî ku wekî axaftina gel, wekî folklor û çandê tê bikaranîn û wekî çapkirî bi rojnameya Kurdistanê dest pê kiriye. Zeraq axaftina xwe wiha domand: "Di wê qonaxê de, wexta ji hev tê birandin, kovara Jînê heye. Di navberê de bi qasî 20-25 salan heye. Di wê navberê de ajdaneke taybet çêdibe. Ew ajdan çi ye? Ji klasîkan dûr dikevin. Hem ji aliyê bikaranîna zimanî ve ji klasîkan dûr dikevin, hem jî pêwendiya wan a bi zimanan re jî êdî diguhere. Di klasîkan de, hevpêwendî bi taybetî bi erebî û farisî re ye, lê di wê demê de hevpêwendî bi osmanîkî re ye. Peyvên ku di Jînê de, di Rojî Kurdê de, di Rojnameya Kurdistanê de... tên bikaranîn hemû, di ser osmanîkî re bi kar tînin. Çima? Ji ber ku 'Mektebên Ruştiye' dibêjin ji wan re ez bawerim, di wan mekteban de êdî kurdan jî dest pê kiriye. Di wan mekteban de xwendiye. Êdî zimanê wan ê dayikê kurdî ye, lê ew çi dixwînin? Osmanîkî dixwînin. Asîmlasyona kurdan ji wê çaxê de dest pê dike. Bi wî awayî êdî çawa em niha kurmancî dinivîsin, di wê kurmanciya me de car carinan hişê tirkî tê li serê me dixe, ne wisa? Xwe nîşanî me dide, ji me re dibêje, 'Ez jî li vê derê me, zimanek im, bûme zimanê te, min jibîr neke.' Wê çaxê a wan jî osmanîkî li serê wan dixe. Di warê nûbûnê de, min ew qonax wekî 'Qonaxa Ajdanê' bilêv kir."
 
QONAXA PÊKHATINÊ 
 
Zeraq bilêv kir ku piştî 'Qonaxa Ajdanê', Kurdistan çar perçe ye û êdî serdestiya mêtîngerî heye û wiha pê daket: "Îja Kurdistan koloniya navxweyî ye. Cureyên kolînîzekirinê jî hene; Kurdistan 'koloniya navxweyî' ye. Di wê navxweyîbûnê de, perçeyek başûrê biçûk heye: Binxet. Li wê derê Hawar bi awayekî mûcîzeyî cardin di wê 'aj'ê de, di ser ajê re, di ser klasîkê re xwe cardin 'veava' dike. Mîrateyeke taybet û gelekî xurt jî ji me re dihêlin, loma min ev wekî 'Qonaxa Pêkhatin'ê binav kir. 
 
QONAXEK ŞIKESTÎ
 
Qonaxa geşedanê jî ji 25'an (1925) yanî (tirk dibêjin) 'Plana Şarki Islahat' dest pê dike. Asîmlasiyon a esasî wê çaxê dest pê dike. Ji wir heta sala 92'yan. (Di vê navberê de) Qonaxeke dîtir heye, ez ji wê re jî dibêjim 'Qonaxa Şikestî' ye: Tîrêj. Bi rastî jî hatiye şikandin û di xwe de şikestî maye. Ji ber wê yekê ez dibêjim 'qonaxa şikestî'.  Çar hejmar derdikevin. Kesên wê derdixin jî, li Ewropayê ne dîsa jî nadomînin. Heta hejmara dawî li Ewropayê derdikeve. Ew dişikê heta 92'yan, hûn dizanin bê sedem çi ye, hinek serbestî çêdibe. Ez bûm şahid, di wê serbestiyê de. 
 
QONAXA GEŞEDANÊ
 
Di wê qonaxê de, 1992-2004, ev her sê kovaran (Rewşen, Jiyana Rewşen û Rewşen-Name) derbek çawa li me xist û derbek çawa li wê pêkanîna asîmlasiyonê xist? Mesele hemû li vê derê ye. Gava ku kovar derket, ji hejmara pêşî ya Rewşenê heta Rewşen-Name hejmara 3'yan jî ez xwendevanê wê me, min belav jî kiriye û min tê de jî nivisiye. Ji hejmara pêşî ya Rewşenê hetanî 2004'an, hema bibêje di hemû hejmaran de, bi hevokekê be jî wiha dinivîsî wekî wate: 'Em ê vê asîmlasiyonê têk bibin û vê serdestiyê bişkînin.' Ev, helwestek e. Ev, darek e. Yanî dara 'hebûnê' ye. Ev, dara welat e. Ev dara ku tu çi qasî jê bikî û tu ji kokê jî rakî, wê kokeke din li cihekî şîn bê. Ev, ev dar e. Dibêje, 'Tu çi jî bikî, tu nikarî min têk bibî, tu nikarî min tune bikî, ez heme.' Loma rengê hebûnê ye. Di hemû hejmaran de ev heye. 
 
Ronesansa me bi rojnameya Kurdistanê dest pê dike, lê geşbûna wê bi Rewşenê pêk tê. Loma ez ji vê qonaxê re dibêjim, qonaxa geşedanê. Ev çima ronesan e, gava dest pê dike bi xwe re tiştên din jî diafirîne. Ew tiştên din çi ne? Nivîskarên Rewşenê çêdibin? Ew kesên tenê ji Rewşenê re dinivîsînin, bi taybetî jê re dinivîsîn. Nivîskarên wê kovarê ne, hem wekî hiş hem wekî dil hem wekî hembêzkirina wê dara hanê. Li vê derê yekgirtîbûnek û yekrengiyek çêdibe. Ew yekrengî, ne monotonî ye. Ew yekrengî ne dîktatorî ye. Ew yekrengî, yekrengiyeke wisa ye ku hemû rengê xwe ji darê distîne, ji wê darê. Paşê bi wan rengan, xwe her tim ava dike. Xwe her tim diguherîne û cardin rengê xwe tevlî wê darê dike. Ji ber vê ez dibêjim ronesans. Ji ber ku nivîskarên Rewşenê henin, ronesans e."
 
Piştî axaftina Zeraq gotûbêj bi pirs û bersivan dewam kir. Di dawiya gotûbêjê de Zeraq pirtûka xwe "Rengê Hebûnê" îmze kir.
 
MA / Rêdûr Dîjle