Elqeyeke mezin ji bo konsera Koma Herayê

img
RIHA - Koma Herayê ya kurdên Xorasanê li Rihayê konserek li dar xist. 
 
Koma Herayê ya kurdên Xorasanê li Rihayê konserek li dar xist. Konser li hêwaneke dawetê ya li navçeya Karakopruyê hat lidarxistin. Gelek kes tevlî konserê bûn. 
 
Konser piştî axaftina destpêkê dest pê kir û rastî eleqeyeke mezin a muzîkhezan hat. Di konserê de li gel klasîkên kurdî, stranên farisî jî hatin gotin. 
 
Konser bi govendgerandinê bi dawî bû.