Dengbêj Silêmanê Şirnexî yê felc bûye dixwaze cardin wekî berê bistrê

ŞIRNEX - Dengbêj Silêmanê Şirnexî ku bi deng û awaza xwe ya xweş tê naskirin, piştî xwîn çûbû ser mêjiyê felc bûbû. Dengbêj Silêman ku niha di nava ciyan de ye, tekane xwesteka wî cardin wekî berê bistrê.
 
Dengbêj Silêmanê Şirnexî (70) ku li gundê Cêman ê girêyahî navçeya Sîlopiyaya Şirnexê hatiye dinê û ji zarokatiya xwe ve li Şirnexê dengbêjiyê dike û bi klamên xwe û dengê xwe yê xweş tê naskirin, di meha Gulanê de xwîn çûbû ser mejiyê wî û ji ber vê ji aliyê rastê ve felc bûbû. Dengêj Silêmanê Şirnexî ku niha di nava ciyan de ye û nikare biaxive, tekane xwesteka wî cardin wekî berê bistirê. 
 
Kurê wî Tekîn Kabûl (35) ku 20 sal in li dawetan distrê diyar kir ku bavê wî pir li ber dikeve ku nikare bistrê. 
5 MEHAN NEXWEŞXANEYÊ DE MA
 
Kabul anî ziman ku bavê wî heta vî emrê xwe jî neçûbû ser bijîşkan û cara yekem e ku bavê wî nexweş ketiye. Kabûl wiha got: "Me bi hev re xwarin xwar û bavê min piştre çû mala cîranan û li wir nexweş ket. Bavê min 5 mehan li nexweşxaneyê ma û ev 10 roj in me ew aniye malê. Ji serê xwe emeliyat bû û piştre jî me dest bi tedawiya wî ya fizikî kir. Ewilî nikaribû xwarinê bixwe. Lê niha baştir e. Bavê min 2 mehan nikaribû xwarinê bixwe. Lê niha rewşa wî çêtir e."
 
'DIVÊ XWEDÎ LI WÎ Û KILAMÊN WÎ BÊ DERKETIN'
 
Kabûl diyar kir ku li vê cîhanê li ber dilê bavê wî biqîmet dengbêjî ye û axaftina xwe wiha domand: "Bavê min ji dengbêjiyê gelekî hez dike. Bavê min li her diwanê dengbêjî dikir. Di paletiyê de û li mevandariya, hema li her derê digot. Bavê min ji jiyanê hez dike. Bavê min qet li malê nedisekinî. Ji ber ku êdî nikare kilaman bibêje pir xemgîn e û xwe pir diqehirî ne. Carina gava hevalên wî tên serdana wî û dibêjin, ew diqehire. Carina ew bi xwe jî hewl dide ku bibêje lê nikare. Ez bi xwe jî ji bavê xwe bandor bûm û ev 20 sal in di dewatan de stranan dibêjim. Mixabin civaka me qîmetê nade dengbêj û hunermendan. Em dixwazin ku her kes xwedî li wî û kilamên wî derbikeve." 
 
Dengbêj Silêmanê Şirnexî di bernameyekê de wiha gotibû: "Ez eslê xwe Şirnexî me. Bavê min piştre ji wir derbasî Sîlopyayê bûye. Em eslê xwe wında nakin. Min qencî û xirabî fêm kiriye. Ez heta niha dengbêjîyê dikim. Ez ji dengbêj Feqe Salihê Sedo bandor bûm. Min gelek stran çêkirine, lê min bêtir stranên wî min gotine. Dengbêjî heye li ser şer e, li ser evînê ye. Her kes li ser tiştekî dibêje."
 
MA / Zeynep Dûrgût