Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt

img
ENQERE - Fîlmê bi navê “Nezouh” ku çîroka kesekê penabertiyê red dike vedibêje, di Mîhrîcana Fîlman a Venedîk 2022’yan de Xelatên Armani Beauty Audience wergirt. 
 
Produktorê fîlman ê sûriyeyî Soudade Kaadan bi fîlmê xwe yê “Nezouh” ku çîroka kesekê penabertiyê red dike vedibêje, di Mîhrîcana Fîlman a Venedîk 2022’yan de Xelatên Armani Beauty Audience wergirt. Xelata navborî ji bizavên nû yên di sînemaya cîhanê de balê dikişînin re tên dayîn. 
 
Mijara fîlm, derheqê Mutaz de ye ku dema bombe tên barandin qebûl nake ji Şamê derkeve û penabertiyê red dike. Hevjîna wî Hala û keça wî Zeîna neçarin ku biryarekê bidin bê ka ji welat derkevin an na. Di heman demê de fîlm, çîrokeke alegorîk a azadiya jinê ye. Zeîna ya 14 salî, dema zarokeke kur di qula li banê avahî bûyî dadikeve jêr ber bi azadiya xwe ve gav diavêje. Hatina zarokê biçûçik, ji bo ku ew û dayika xwe biryar bidin, gelek rêyan li pêşiya wan vedike.