Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin

img
MÊRSÎN - Li Mêrsînê bi dirûşmeya “pişaftina li ser zimanê kurdî rawestînin” çalakiyek hate lidarxistin û perwerdehiya bi zimanê kurdî dan zarokan. 
 
Sala nû ya perwedehiyê wê di 12’ê îlonê dest pê bike. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê, ji bo bale bikişîne ser astengkirina mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê bi dirûşmeya “Pişaftina li ser zimanê dayikê rawestînin” li avahiya xwe çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de dowîzên “Bi kurdî bijîn”, “Bi kurdî biaxivin” , “Zimanê me nasnameya me ye” hatin daliqandin. 
 
Hevserokên HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Bedriye Kûş ên beriya çalakiyê axiftin, girîngiya zimanê dayikê destnîşan kirin. Piştî axaftinan perwerdekarê kurdî Selahattîn Çam, perwerdeya bi zimanê kurdî da zarokan. 
 
Dû re sînevîzyoneke kurdî hate nîşandan, pişt re dengbêjan kilam gotin û helbestên kurdî hatin xwendin.