Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan

img
WAN - Koma Şonaya Mencel ku li Wanê xebatên xwe bi rê ve dibe ji bo ku şanohezên xwe yên Wanî baştir temsîl bike, navê xwe kir ŞanoWan. 
 
Koma Şanoya Mencelê ya di sala 2017’an de li Wanê ava bûye bi daxuyaniyeke nivîskî navê xwe guherand. Koma Şanoyê ji roja avabûye heya niha li ser dikê gelek listikên bi kurdî lîst û girseyeke şanohez ên Wanî li dora xwe kom kir. Koma şanoyê ragihand ku ji bo ku şanohezên Wanî baştir temsîl bike navê xwe kiriye ŞanoWan.