KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike

img

AMED - KASED, salvegera yekemîn a damezrandina xwe dê sibê bi amadekirina konserekê pîroz bike. 

Koemeleya Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) dê sibê ango 11’ê îlonê li Tesîsên Demîrok a Amedê bi armanca salvegera yekemîn a damezrandina xwe, konserek li dar bixe. Di konserê de dê Koma Heray a li Rojhilatê Kurdistanê xebatên xwe didomîne û Kolektîfa Rîtmên Azad a li Êlihê dê derkevin ser dika konserê. 
 
Ji perwerdekarên KASED’ê Serap Ergîn diyar kir ku wan di nava salekê de kargehên wêne, muzîk, govend, zimanê kurdî, jin ûzarokên penber li dar xistin e û berhemên ji van kargehan wek pêşandan nîşan dane. Ergîn got wan li Mêrsîn û Stenbolê jî konser li dar xistin e. 
 
XWE GIHANDINE ALIYÊN CUDA 
 
Ergîn da zanîn ku armanca wan ew e çand û hüner û zimanê kurdî bigihînin aliyên ku ji van bêpar dimînin û ew dixwazin çand û hunera kurdî bi xelkê xwe re parve bikin. Ergîn anî ziman ku her cihê ew çûnê bi eleqeyek mezin hatine pêşwazîkirin û wan tevahiya xebatên xwe bi zimanê xwe pêşkêşî jin, zarok di nav de xelkê xwe kirine. 
 
ARMANCA WAN AVAKIRINA AKADEMIYA JINAN E 
 
Ergîn diyar kir ku dixwazin di qada çand, hüner û wêjeyê de akademiya jinan saz bikin û got: “Me KASED’ê li ser vê armancê ava kir. Em dixwazin akademiyek jinan ava bikin ku jin û zarok bên li vir perwerdehiyê bibînin. Her wiha em dixwazin piştî vê armanca xwe KASED’ê li bajarên din jî ava bikin.”
 
BANGA BEŞDARIYA KONSERÊ
 
Ergîn herî dawî got ew dixwazin xelkê Amedê tev li konsera wan a dê di 11’ê îlonê de saet li 19.00’an bê lidarxistin bibin.