Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû

img
AMED - Bernameya meha îlonê ya Wêjegeh Amedê diyar bû. Nivîskar Dilawer Zeraq dê qala ‘Rengê Hebûnê’ bike û Rojnamevan Hatîce Kamer jî behsa pirtûka xwe ya li ser Apê Mûsa bike.  
 
Bernameya meha îlonê ya Wêjegeh Amedê, eşkere bû. Bername bi permorfansa dengê elektronîk ya stranbêj û bestekar Sofia Zafeiriouyê ku li Atînayê xebatên xwe didomîne, dest pê dike.
 
DILAWER ZERAQ DÊ BEHSA ‘RENGÊ HEBÛNÊ’ BIKE 
 
Dr. Dilawer Zeraq ku ew bi xebatên xwe yên girîng ên li ser ziman û wêjeya kurdî tê naskirin, ji bo ku derheqê pirtûka xwe ya bi navê ‘Rengê Hebûnê’ de biaxive, bi gotûbêjekê bi xwendevanên xwe re tê cem hev. Teza wî ya doktorayê ku di Weşanên Lîsê de bû pirtûk, bi lêkolana kovarên girîng yên di navbera salên 1992-2000'î de hatine weşandin, li xwe dike armanc ku xetên dijdesthilat û dijmêtinger yên di biwara wêjeya kurdî de çêbûne, derxîne rastê.
 
Helbestvan û wêjekar Hayri K. Yetik tê Amedê û dibe mêvanê Wêjegeh Amedê. Gotûbêj, di nav veguherînên teknolojîk de ku dikeve nav hemû qadên hilberandinê û dor lê digire, lêgerîna wêjeyî û helbestî ya ku der heqê kakil û xwezaya mirovan de ye, li xwe dike mijar. 
 
KAMER BEHSA APÊ MÛSA DIKE
 
Nivîskar û rojnameger Hatîce Kamer, bi pirtûka xwe ya bi navê “Reşê -Ji Awirê Keça Wî; Musa Anter”, mêvana Wêjegeh Amedê ya dawî ya vê mehê ye. Kamer dê li ser hûrgiliyên portreya rewşenbîr û rojnamevanê kurd Mûsa Anter ku pirtûk piştî sohbetên dûr û dirêj ya bi keça Musa Anter, Rahşan Anter Yorozlu re hatî kirin, hatiye amadekirin.