Konsera Îlkay Akkaya hat qedexekirin

img
EDENE - Konsera Îlkay Akkaya a ku Şaredariya Ceyhanê li dar dixist, ji aliyê qeymeqamtiyê ve hate qedexekirin. 
 
Konsera Îlkay Akkaya ku Şaredariya Ceyhanê di çarçoveya 30'ê Tebaxê de li dar dixist ji aliyê qeymeqamtiyê ve hat qedexekirin. Ji bo qedexekirina konserê qeymeqamtiyê di nivîsa xwe de hincetên "Ewlehiya giştî, pergala cemaweriyê, ewlehî û asayî" nîşan dan.