Ji bo şeva piştgiriya bi çapemeniya azad re bang kirin: Piştevanî şert e

img

STENBOL - NÇM ji bo piştevaniya bi 16 rojnamevanên kurd ên hatin girtin re konserekê li dar dixe. Hempîşeyên rojnamevanan ku banga tev li bûna konserê kirin, ji bo parastina mafê agahdarkirin û wergirtinê û parastina azadiya çapemeniyê bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê. 

 
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi armanca piştevaniya bi çapemeniya azad û 16 rojnamevanên di 16’ê hezîranê de li Amedê hatin binçavkirin re dê di 28’ê tebaxê de li Navenda Çanda Cemîl Candaş a Şîşliyê konsereke piştevaniyê li dar bixe. Hunermend Kadîr Çat, Koma Aryen û Koma Bandîsta wê li konserê derkevin ser dike. Rojnamevanên bal kişandin ser konsera piştevaniyê, banga piştevaniyê kirin. 
 
ZARAKOLÛ: JI PIŞTEVANIYÊ RE AMADE BIN
 
Rojnamevan Ragip Zarakolû diyar kir ku lidarxistina konsera piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re gelek girîng e û destnîşan kir ku konser di heman demê de nîşaneya ku rojnamevan ne bi tenê ne. Zarakolû, ji bo piştevaniya bi çapemeniya azad re tiştên bên kirin wiha rêz kirin: “Bi şandina nivîs, wêne, nûçeyan, bi belavkirina xwendevanan, belavkirina rojnameyê, bi kirîna wê, ragihandina ji dost û cîranan dikare piştgirî were kirin. Ji piştevaniya bi çapemeniya azad re amade bin. Bi awayekî fîîlî di nav piştevaniya çapemeniya azad de bigirin. Bi tev li bûna konserê piştgiriyê bidin.”
 
OZGUDEN: JI BO TIRKIYEYÊ RÛREŞIYE
 
Yek ji nivîskarê Artıgerçekê Dogan Ozguden ku 70 sal in dixebite bi bîr xist ku çapemeniya muxalîf her tim di bin zextan de bûye û wiha got: “Zextên li rojnamevan û medyaya kurd tên kirin ji bo Komara Tirkiyeyê rûreşiyeke. Girtina 16 hempîşeyên me yên kurd mînaka herî şerm ya vê yekê ye.” Ozguden, destnîşan kir ku ji bo piştevaniya bi çapemeniya azad re divê di serî de cemiyetên rojnamevanan û sendika hemû rêxistinên sivîl ên civakî helwesteke hevpar nîşan bidin. Ozguden, diyar kir ku di heman demê de divê piştevaniya saziyên weke Federasyona Rojnamevanan a Navnetewî, Enstîtuya Çapemeniyê ya Navnetewî bê girtin û wiha berdewam kir: “Ev yek ji bo rizgariya hevalên me yên li hundir tên ragirtin, bi taybetî ji ber ku rojnamevanên Kurd in, xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Li hemberî van zextan divê Parlamentoya Ewropa û Konseya Ewropayê jî helwestê nîşan bidin û rejîma Tayyîp Erdogan mehkûm bikin. Lê ya herî girîng jî di vê serdema ku hilbijartin nêz dibe de partiyên muxalefeta siyasî divê helwestê nîşan bidin û vê bûyera girtinê ya bikomî di rojevê de bihêlin û soz bidin gelên Tirkiyê ku heke werin ser desthilatdariyê ew ê hemû qedexe, biryarname û sepanînên ku azadiya çapemeniyê diavêjin ser sergoya dîrokê. Bi ya min di kampanyayên ku ji bo wî hatine kirin de divê giraniyê bidin van xalan.”
 
PIŞTEVANIYA BI ROJNAMEVANÊN GIRTÎ RE
 
Ozguden, bang kir ku her kes piştgiriyê bide konsere, bi çapemeniya azad re bikevin nav piştevaniyê û wiha got: “Şeva piştevaniyê ku NÇM li dar dixe ji bom in hewldaneke pir girîng e. Ez hêvî dikim ku bi tev li bûneke zêde pêk were. Weke rojnamevanekî sirgûnkirî jî ji paytexta Ewropayê hestên xwe yên yekîtî û hezkirinê ji hempîşeyên xwe yên kurd ên girtî yên li Amedê re radighînim.
 
MATER: PIŞTEVANÎ ŞERT E
 
Yek ji damezrînera Tora Ragihandina Serbixwe (BÎANET) rojnamevan Nadîre Mater jî nûçegihanê Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz û nûçegihanê Yenî Polîtîkayê Safyettîn Tepe ku di salên 1992 û 1995’an de hatin qetilkirin bi bîr anîn û wiha got: “Ji bo hemû hevalên me yên hatine qetilkirin, hevalên me yên li girtîgehê û nûçegihaniya 'lêgerîna heqîqetê' ya hewl tê dayîn bê tunekirin, rêxistinbûyîn û hevgirtin şert e. Ewilî em ji xwe dest pê bikin, teslîmî oto sansüre nebin, bêhêvî nebin. Em girîngiya nûçeyan li konsere, li edliyeyê, li qadê, li nûçeyê, li kar û bêkariyê, li her derê û heta li girtîgehê ji bîr nekin, em dest ji nûçeyan bernedin.”
 
POLAT: GELEKÎ GIRÎNG E
 
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê rojnamevan Fatîh Polat jî bal kişand ser zextên ku li rojnamevanan tên kirin û bi lêv kir ku girtin 16 rojnamevanên kurd a li Amedê di encama polîtîkayên desthilatê ye. Polat, destnîşan kir ku 16 rojnamevanan ji bilî xebatên rojnamevaniyê tu xebat nekirine û wiha got: “Tu delil nînin. Îdianame jî nehatiye amadekirin. Ji ber vê yekê, hevgirtin, gelekî girîng e. Rojnamevan karekî şexsî nakin. Ji ber vê yekê jî ev çalakiya piştevaniyê xwedî wateyeke girîng e.”
 
Polat, xwest ku gel xwedî li mafê xwe yê agahdarkirinê derkeve û wiha axivî: “Divê hempîşeyên me demildest bên berdan. Binçavkirina 16 rojnamevanan di rastiyê de çavtirsandina hemû rojnamevanan û kesên ku dixwazin wek civaka Tirkiyeyê karê xwe rast bikin e. Ji ber vê yekê tev li bûna li vê çalakiya piştgiriyê wê hêzê bide hempîşeyên me yên girtî û dê were wateya ji bo rizgariya wan silavekê ji wan re bişînin.”