Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’

img

VAN - Aryen Kom ku li Wanê xebatên çand û hunerî dimeşîne, bi projeya “Konserên Tamarayê” tevna dîrokî û çandî ya bajêr bi muzîkê re anîn ba hev û klîb çêkirin. 

Aryen Kom ku li Wanê xebatên çand û hunerî dimeşîne, bi projeya “Konserên Tamarayê” li gelek cihên dîrokî yên bajêr stran gotin û klîb amade kirin. Di çarçoveya projeya de ku dê demekî kurt di platformên medyaya dîjîtal de pêşkeşî muzîkhezan bên kirin, heta niha 11 xebatên klîb û muzîkê hatin kirin. 
 
KÊŞANÊN 11 STRANAN HATIN TEMAMKIRIN
 
Kemal Yildirim ê aranjoriya projeye dike, diyar kir ku demekî dirêj e li ser projeyê dixebitin wê di demekî kurt de projeyê pêkbînin û wiha got: “Ev proje tenê bi muzîkê ne bisînor e; di heman demê de çand, dîrok, ziman, civak û erdnîgarî jî di nav de cih digire. Em nêzî du meh bûn ji bo vê dixebitîn û heta niha jî me kêşana 11 stranan bi dawî kir. Temamê xebatan me li cihên dîrokî yên Wanê kişandin. Xebatên me li Dêra Sor, Sûlava Bêgiriyê û Girava Çarpanakê kirin temam bûn û demekî kurt de bên weşandin. Em difikirin ku projeyeke serkeftî ye û dixwazin vê xebatê bidomînin.”
 
DANASÎNA HERÊMÊ TÊ ARMANCKIRIN
 
Yildirim, da zanîn ku weke Aryen Kom cih didin xebatên hunermendên hem ji Wanê hem ji herêmê û wiha berdewam kir: “Konser; bi muzîk û hunerê re tevna dîrokî û çandî ya bajêr digihîne hev, girîngiya bi hev re jiyana ziman, çand, dîrok, erdnîgarî û civakîbûnê radixe ber çavan. Li Amedê Konserên Amîdayê hatibûn kirin, ev jî projeyeke weke wê ye. Zêdetirî stranên ku me gotine stranên herêma Serhedê û Erîvanê ne. Dîsa em stranên hunermendên mezin ên weke Aram Tigran jî dibêjin. Niha di nav vê xebatê de 24 kes hene lê ev hejmar dikare bibe 50 jî. Em dixwazin ne tenê li Wanê li bajarên Serhedê yên din jî van xebatan bikin.”
 
DI DEMEKÎ KURT DE WÊ BÊN WEŞANDIN
 
Yildirim, diyar kir ku ev xebat di heman demê de tê wateya ku bi hunermendên li bajêr dijîn re werin cemhev, bi yekbûna li dora nirxên hevpar, muzîkê hilberînin û got: “Dema xebatên klîban hatin temamkirin wê temamî wan li ser qenalên medyaya dîjîtal bên parvekirin. Em ê van xebatan pêşkeşî gelê xwe bikin û dixwazin ew jî xwedî lê derkevin. Ji bo me pir girîng e ku karê me bê dîtin. Heke ciwan bixwazin beşdarî vê projeyê bibin, helbet dikarin tev li me bibin.