Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome

img
ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan di roja xwe ya duyemîn de bi eleqeyeke mezin didome.
 
Mîhrîcana Şano û Zarokan a ku Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Silopiyayê ya Şirnexê dabû destpêkirin îro jî bi atolyeya zarokan li Parqa Kizir a Taxa Cumhuriyetê di roja xwe ya duyemîn de berdewam kir. 
 
Zarokên ku di atolyeyê de demên keyfxweş derbas kirin eleqeyeke mezin nîşanî atölyeye dan. Wê atolyeya din jî di 20’ê tebaxê de bê li dar xistin.
 
Bername wê heta 18’ê îlonê bidome.