Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin

img

AMED - Bi ser wefata hunermendê ermen Aram Tigran ku di nav gelê kurd û ermen de weke kevoka aştiyê tê binavkirin re 13 sal derbas bûn. Peyhatiyên Tigran wiha gotin: “Heta ku kurd hebin, wê stranên wî her tim bên gotin.”

 
Bi ser wefata hunermend Aram Tigran ê gotibû “Heke careke din bêm dinyayê, çiqas tank, tifek û çek hebin ez ê hemûyan bihelînim bikim, tembûr, cimbiş û zirne” re 13 sal derbas bûn. Jiyana Tigran ku di nav gelê kurd û ermen de weke kevoka aştiyê tê binavkirin di rêyên koçberiyê de derbas bû. Malbata Tigran, ji Qirqirina Ermenan a 1915’an xelas bû û li gundê Bandê yê girêdayî navçeya Sasona Êlihê bi cih bûn û demekê jiyana xwe li wir berdewam kir. Tigran, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ku malbata wî ji gundê Bandê koçî wir kir, di sala 1934’an de ji dayik bû. Aram ê hê 9 salî bû, bi ûdê dest bi jiyana xwe ya muzîkê kir, piştî sala 1966’an çû paytextê Ermenistanê Erîvanê, 18 salan di Radyoya Erîvanê de xebitî. Tigran ê kedkarê çandê yê Radyoya Erîvanê, bi cimbişê ji aliyê hemû gelan ve hate naskirin. Tîgran piştî sala 1995’an derbasî Yûnanîstanê bû û li Atînayê bi cih bû. 
 
JIYANA SIRGUNÊ YA 75 SALAN
 
Tigran ê di jiyana xwe ya sirgunê ya 75 salan de ji bilî ermenkî, zaravayên kurmancî û dimilkî yên kurdî, suryankî, erebî, tirkî û yunanî stran gotin, di stranên xwe de helwesta polîtîk jî nîşan da. Tigranê di jiyana xwe de 14 albumên kurdî çêkirin, ji bo gelê kurd bû navekî girîng. Tigran 230 stranên kurdî, 150 erebî, 10 suryankî û 8 jî yunanî gotin. Tigran ê bi gelek zimanan stran gotin, di hemû bûyerên polîtîk de sekna xwe nîşan da û di dilan de cih girt. 
 
WASIYETA WÎ YA AMEDÊ
 
Tigran, ê ji bo tev li 8’emîn Festîvala Çand û Hunerê ya di Hezîrana 2009’an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate lidarxistin bibe hate Amedê û piştî festîvalê aciz bû, li Yewnanîstanê di 8’ê tebaxa 2009’an de jiyana xwe ji dest da. Wasiyeta Tigran ê li sirgunê hate dine û li sirgunê jiyana xwe ji dest da ya veşartina li Amedê, ji aliyê desthilata AKP’ê ve hate astengkirin. Axa ku ji Amedê anîn, rijandin ser gora Tigran ê li Brukselê hate veşartin. 
 
LI SER NAVÊ WÎ KONSERVATUAR VEKIRIN
 
Ji bo Tigran ê wasiyeta wî hate astengkirin lê navê wî û berhemên wî ji aliyê gelê kurd ve hatin jiyîn, di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di sala 2010’an de Konservatuara Bajêr a Aram Tigran hate avakirin. Lê konservatuara ku bi sedan xwendekaran lê perwerdehî didît, di mijdara 2016’an de ji aliyê qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate kirin ve hate girtin. 
Xwendekarên Konservatuara Bajêr a Aram Tigran a ji aliyê qeyûm ve hate girtin bi gotina “Em ê zarokên vî gelî bê muzîk nehêlin” têkoşîna xwe ya hunerê li Ma Musîc a avakirin didomînin. Xwendekaran, qala girîngiya Tigran a ji bo muzîka kurdî kirin, bi lêv kirin ku stranên wî wê her tim bên jiyîn.
 
‘ZEXT ÎRO JÎ DIDOMIN’
 
Yek ji xwendekara konservatuarê perwerdekara Ma Musîcê Sarya Ertaş, bi lêv kir ku dîtina perwerdehiya wê ya Akademiya Aram Tigran ji bo wê binirx bû û wiha got: “Ev ji bo min şensek bû. Min Aram Tigran ê di sala 2009’an de jiyana xwe ji dest da, beriya biçim akademiyê jî guhdar dikir. Niha jî guhdar dikim. Em baş dizanin ku Tigran ji bo hunera xwe çûye ku derê, çawa berdewam kiriye û çawa li ber xwe daye.”
 
Ertaş, anî ziman ku zext û qedexeyên li Tigran hatin kirin bi serê wan bi xwe jî tên û wiha berdewam kir: “Konser tên betalkirin. Dema em xebateke hunerî dikin, astengî tên derxistin, lîstikên şanoyê tên betalkirin. Li dijî hunerê tirs û qedexe hêj berdewam dikin.”
 
RUHÊ TIGRAN DIJÎ
 
Ertaş, da zanîn ku piştî girtina Konservatuara Aram Tigran, Akademiya Ma Mûsicê ava kirin û wiha pê de çû: “Em bi ruhê Konservatuara Aram Tigran tevdigerin. Em xebatên xwe ji wê serdemê 10 qat bi coştir didomînin.”
‘BI ME RE DIJÎ’
 
Ertaş, destnîşan kir ku Tigran hunermendekî gelek mezin e, berhemên li pişt xwe hiştin pir bi qiymet in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berî ku em wî nas bikin jî me stranên wî guhdar dikirin û digotin. Aram Tigran hêj di malbata Ma Mûsîcê de dijî. Ji bo me qiymeteke mezin e. Tigran bi muzîk û qiymeta xwe ve her tim bi me re dijî.”
 
SENTEZA MUZÎKA KURD Û ERMEN
 
Neşet Guçmen ê piştî Konservatuara Aram Tigran li Ma Musîcê perwerdekariya hunerê didomîne, diyar kir ku Tigran senteza muzîka kurd û ermenan e û tarzekî nû avakiriye. Guçmen, bi lêv kir ku besteyên Tigran muzîka klasîk a kurdan îfade dike û got: “Ji bo mamoste Aram Tigran çi bê gotin wê kêm bimîne. Ji ber ku her strana wî di nava gel de bû straneke klasîk û tê gotin.”
 
DI STRANÊN WÎ DE RUHÊ KURD Û ERMENAN HEBÛ
 
Guçmen, bi lêv kir ku di her strana Tigran de ruhê kurd û ermenan hebû û anî ziman ku resentiya ziman a Tigran hebû. 
 
TIGRAN: DI MUZÎKA KURDÎ DE RUH HEYE 
 
Guçmen, diyar kir ku Tigran bi ûdê dest bi muzikê kir û ji ber dengê ûdê kêm derdiket derbasî cimbişê bû û bîranîneke xwe ya bi Tigran re wiha vegot: “Hevalan ez bi Aram Tigran re dam nasîn. Min ji wî re got ’15-20 sal in stranên te li ser dike lê didim’. Li min zivirî û got ‘niha tu gelek pereyan qezenç dikî ne wisa?’ Min jî got ‘mamoste tu jî dizanî, di muzîka kurdî de pere tune ye. Dil, hezkirin, ruh heye.’ Ji min re got ‘tu rast dibêjî di muzîka kurdî de ruh û hezkirin heye, ji xwe em jî bi wî ruhî dibêjin.”
 
Guçmen, destnîşan kir ku qasî ku kurd hebin wê her tim stranên Aram Tigran bên gotin. 
 
MA / Eylem Akdag - Mujdat Can