Ked, hişmendî, huner û felsefeya jinan: Hûmîtra

AMED - Nivîskar Xecê Şen di berhema xwe ya bi navê “Hûmîtra: Felsefeya Hunerê ya Mêhrî-Mîtrayî” de li ser mijareke hatiye berovajîkirin hûr dibe. Bi ferhenga têgînên jîneolojiyê felsefeya jinê ya Mîhrî-Mîtrayî vedibêje û li ser hîmên wê yên esasî rûdinîne. 

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) nivîskar Xecê Şen lêkolînên xwe yên derbarê felsefeya Mîhrî-Mîtrayî, bi navê “Hûmîtra: Felsefeya Hûnerê ya Mêhrî-Mîtrayî” di pirtûkekê de berhev kir. Pirtûk ji Weşanxaneya Aramê derket. Xecê Şen bo pirtûka “Hûmîtra: Felsefeya Hunerê ya Mêhrî-Mîtrayî” weke bingeha hemû mijaran ferhenga têgînên jîneolojiyê girtiye dest û bi salan li ser vê ferhengê xebitiye. Nêzî 400 pirtûkên li ser zanistên jîneolojî, ferhengnasî û koknasî-etîmolojiyê xwendiye û lêkolîna xwe ya li ser Hûmîtra berfireh kiriye. Di encama vê lêkolînê de felsefeya jinê ya Mîhrî-Mîtrayî derketiye holê. ‘Hebûna’ vê felsefeyê li ser çar pirsên bingeh; watedayin, nirxdayin, zayîn û zanînê ye ango “HÛ”, “BÛN”ê ye. Ev felsefe li Kurdistanê derketiye û li Şam, Misrê û heta Ewropayê belav bûye.
 
Nivîskar Xecê Şen têkildarî mijarê û pirtûka xwe ya bi navê “Hûmîtra: Felsefeya Hunerê ya Mêhrî-Mîtrayî” ji ajansa me re axivî.
 
 
FELSEFEYA MÎHRÎ-MÎTRA
 
Nivîskar Xecê Şen anî ziman ku Mîhrî-Mîtra felsefeyek komînal e û li gorî lêkolînan jî di serdema vê felsefeyê de zayenperestî xuya nake. Şen destnişan kir ku di wê serdemê de (beriya zayinê bi 12-15 hezar sal) mirovan îlme xwezayî ji xwe re rêber dîtine û wiha qal kir: “Serdema fikrî û hizrî, serdema yekemîn a germahîya rojê, bîr û bawerîya rojê û ilmê xwezayê ji xwe re wekî rêber hîskirine. Dema zarokek dihat dinê jî, bi pênaseya ‘zarokê rojê û bi rojê hatine dine’ dihatin pênase kirin. Mêr şênber nebû. Ji ber wê felsefeya Mîhrî-Mîtra bi pêşengiya jinê pêşketiye. Li ser ilmê xwezayê û bîr û baweriya ‘Roj’ û ‘Ronahî’ye jiyana xwe ava kirine. Jiyanek komînal e û bê pêşeng. Rolekî zayenperestî an jî civakek zayendperestî nayê xuyakirin.”
 
‘DESTHILATDARIYA MÊRSALARÎ FELSEFEYA MÎHRÎ- MÎTRA XERAB KIR’
 
Şen di berdewamiya axavtina xwe de bal kişande ser rola mêrsalariyê bê çawa ev çand û felsefe xerab kiriye û ev tişt gotin: “Em vê yekê di felsefe û baweriya Zerdeşt, Îsa û Îslamê de jî dibînin. Ew felsefe û bawerî mînaka herî berbiçav ya zayendperêstê ye. Rol û misyona zayendiya civakê di wan baweriyan de şênber e. Hişmendiya desthilatdar bû sedema guhertin û têkbirina Felsefeya Mîhrî-Mîtrî ya xwezaperwer.” 
 
‘ÇANDA KURDISTANÊ BEROVAJÎ KIRIN E'
 
Şen bal kişand ser dagirkirina Kurdistanê, hişmendî û çanda vê erdnîgariyê ku ji hêla dagirkeran ve hatiye berovajîkirin û wiha domand: “Dema Îskender êrişî Kurdistanê dike, hemû berhemên Zerdeşt têk dibin û pirtûkên kurdan dişewitînin. Ewqas qirkirin û qetlîam li ser çanda kurdan hatiye kirin. Keleha Zerzewan yekemîn cihê felsefe, bîr û baweriya Mîhrî-Mîtra ye, lê li gorî lêkolînan piştî dagirkirina Roma, ew der bûye perestgeh baweriyên wan. Di destpêke de hemû felsefe li Kurdistanê li ser Mîhrî-Mîtra avabûn e. Lê pişt re kesên ku Kurdistan dagir kirine, felsefeya kurdan xistine bin bîr û baweriya xwe.”
 
WÊJE, CIVAK Û ZAYENDPERESTΠ
 
Bawerî, destan, stran û helbestên ku Xecê Şen di pirtûkê de cih danê, dewlemendiya şaristaniya Mezopotamyaya qedîm li ber çavan radixîne. Pirtûka Hûmîtra nîşana ked, xîret, hişmendî, huner û felsefeya jinan e û ji ber vê yekê girîng û nirxdar e. Lê zayendperestiya wêje û civakê ev yek jî xerab kiriye. Şen derbarê vê yekê de jî wiha dibêje: “Dema em hişmendî, helbest, çîrok û stranên civaka xwezayî dinêrin zayendperestî tune ye. Êşen ku kişandine jî bi xwezayê pênase kirine. Lê piştî desthilatdariya zilam bi pêş ketiye çîrokên wê serdeme jî berovajî hatine kirin. Li ser bedena jinê hunerek pêş ketiye. Ji ber wê dema em wejaya salên 90’an an jî ya berî wê û ya niha didin ber hev, serdem serdem guherandin çebûye. Wêjeya ku di nav de zayendperestî tune ye, bi desthilatdariya zilam re wergeriye ber bi zayendperestiyê ve. Wêjeya zayendperest bandorek girîng li ser civakê dike. Heta salên 90’an jî keç û xortên kurdan bi çandeke xwezaperwer dihatin mezin kirin. Stran û çîrokên ku guhdar dikirin bi giştî dîrokî bûn. Ji ber wê divê hunermend û musikjenên me tiştên ku civakê ber bi tarîtiyê ve bibe, di hûner, musîk û helbestên xwe de cih nedin. Ji ber ku jiyana kurdan jiyanek kominal e û heke di hunera xwe de zayendperestiyê pêşbixin, ew jiyana kominal jî tek diçe, Kurdistan dagir dibe. Divê wejeya heqîqet û wêjeya ku civakê ber bi vê heqîqetê ve dibe bê afirandin. Keç û xorten kurdan jî divê  ji çanda arabesk rizgar bibin û bi çandeke kominal tevbigerin. Dewleta Tirk bi taybetî çandeke arabesk li Kurdistanê pêş xist. Banga min ji civanên kurd re jî heye bi taybetî ji nifşên nû re bila hay ji çand, wêje û hûnera xwe hebin.”
 
'PARADÎGMAYA OCALAN DÎROKA HATIYE DIZÎN ŞÊNBER KIR’
 
Şen destnîşan kir ku felsefeya Mîhrî-Mîtra û çanda kurdan ku hatiye têkbirin di paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de carek din ava bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe "Li gelek deveran li ser felsefeya Birêz Ocalan ders tên dayin. Birêz Ocalan dibêje, ‘Felsefeya ku di bin pêşengiya jinê de pêşnekeve ew felsefe ne felsefe ye, ew jiyan ne jiyan e.’ Ya ku îlhama lêkolîne da min yek jî Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bû. Paradîgmaya Birêz Ocalan, dîroka ku ji jinê hatiyê windakirin, ji me hatiyê dizîn careke din ava kir. Felsefeya, Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê rasterast pênaseya felsefeya Mihrî ye, felsefeya Roj û Ronahiyê ye. Birêz Ocalan li hemberî Modernîteya Kapîtalîst, Modernîteya Demokratîk ava kir. Felsefeya hevjiyana azad rûyê felsefeya Mîhrî-Mîtra ya herî şênber e. Di wê felsefeyê de vegerîna li xwezayê heye. Ji ber wê divê ji bo azadiya Birêz Ocalan a fizîkî em di nav liv û tevgerê de bin. Felsefeya ku Birêz Ocalan ava kiriye tu kes nikare têk bibe. Felsefeya Mihrî-Mîtra ya komînal ku hat têkbirin di şexsê Birêz Ocalan de bi felsefeya hevjiyana azad bi pêşengiya jinê careke din hat ava kirin. Birêz Abdullah Ocalan di Paraznameya Riha’yê de bi avayekî şênber felsefeya axa Kurdistanê ya dîrokî pênase dike û tişta ku hatiye dizîn û têkbirin di wê paraznameyê de şênber dike." 
 
ROL Û MÎSYONA HUNERMEND Û WÊJEVANAN
 
Şen bal kişande ser rol û misyona rewşenbîr û hunermendan jî û wiha got: “Wêjevan divê di roman, helbest û nivîsên xwe de xizmeta heqîqetê bikin. Felsefeya Birêz Ocalan bandor li ser gelek rewşênbirên kurd kiriye û di zindanan de kesên ku xwe ji zayenperestiyê rizgar kirine û bi vî avayî dinivisînin hene. Taybetî hevalên ku di zindanan de dinivisînin. Bangewaziya min ji hemû rewşenbirên kurd re heye ku wêjeya xwe bi avayekî pispor li ser hevjiyanek azad bihonin û berheman ava bikin. Her çiqas Modernîteya Kapîtalîst dixwaze bandorek li ser wêjeyê bike jî, li dijî kapîtalîzmê wêjeya heqîqêtê di keseyeta bi hezar hunermendên zindanan û yên li ser çiyayan de bi wêjeya Modernîteya Demokratîk civakê ber bi heqîqetê ve dibe. Ez xwe jî bawermendekî vê felsefeyê dibînim." 
 
XEBATÊN DEMÊN PÊŞ 
 
Şen di dawiya axaftina xwe de li ser xebatên xwe yên demên pêş de jî rawestiya û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Lêkolîneke min li ser beriya pêşketina desthilatdariya zilam heye. Gelo wêje di wê demê de bi çi rêngî bû, stran û çîrokên ku hatine gotin, wêjeya xwezayî çi bû? Di vê çerçoveyê de xebatêke min heye. Xebateke min jî, di wêjeyê de zayendîya civakî û zayenperestî di dîroke de çawa pêşketiye û pîvanên wê yên wêjeyê wê çibe? Felsefeya Wêje û Felsefeya Zimanê Kurdî, di vê çerçoveye de jî xebateke min heye. Di heman demê de jî xebata min a Hûmîtra ya berga 2’yemîn heye. Ya yekem çerçoveyek bû, min xwest bidim nîqaş kirin. Pirtûk li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa hat nîqaş kirin. Êdî pirtûk gehîşt armanca xwe. Pênaseya wan sembolan ku min di pirtûka yekemîn de nivisîbû, di ya 2’yemin de bi avayekî berfireh bi lêkolîneke zêdetir, encamê ku ez gehiştimê min ji xwe re kiriye hedef ku binivisînim." 
 
MA / Mahmut Altintaş