Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir

img
AMED - Hunermend Mehmet Atli berhema xwe ya ewil a single bi navê “Diçim Ji Vir” tomar kir û ji bo muzîkhezan belav kir.  
 
Hunermend Mehmet Atli stranek nû û berhema xwe ya ewil a single bi navê “Diçim Ji Vir” ji bo guhdarên xwe amade kir. Strana “Diçim Ji Vir” helbesta şaîr Berken Bereh e. Atli berê jî di berhemên xwe de helbestên Arjen Arî, Kamuran Elî Bedirxan,  Evdila Pêşew, Cegerxwîn, Kemal Burkay, Mazhar Kara, Lorîn Dogan û gelek helbestvanên din kiribû stran. Atli ji bo vê strana xwe ya dawî her wiha klîbek jî çêkir. Stran ango klîb li ser qenala YouTube ya Atli hat weşandin. 
 
‘HESTÊN HELBESTÊ LI SER MIN BANDOR KIR’ 
 
Atli derbarê stran ango klîba ku amade kiriye de wiha gotiye: “Di pêvajoya koronayê de min helbesta helbestvan ku bi dengê xwe xwendibû û bi vîdoeyek hatibû parve kirin dît. Helbest çûyîna ber bi bêrîkirinê ve ye. Naroka helbestê bandorek mezin li ser min kir. Helbestê bi herikîn û kurmanciya xwe ya xweşik bala min kişand. Min ji mamoste Berken Bereh destûra helbestê xwend. Min gîtara xwe hilda deste xwe û min hewl da helbestê bikim stran. Di nava demê de min bi hevalên muzîkjen re jî parve kir. Me bi awayek sererast kir û ev stran derket holê. Me li Amedê tomar kir. Di encama xebatek ez li gel hevalên xwe li serê rawestiyam, singlek wiha derket holê.”