Festîvala Mûnzûrê betal bû

img

DÊRSIM – Komîteya Amadekar a Festîvala Mûnzûrê ragihand ku wan ji ber sînordarkirina qedexeyên ku Walîtiya Dêrsimê aniye, festîvalê betal kirine. 

Festîvala Çand û Xwezayê ya 20’emîn a Mûnzûrê îsal bi dirûşma “Li dijî talankirina madenê xwezayê, li dijî talanê jiyanê, li dijî qedexeyan hunerê diparêzin” di navbera 21-24’ê tîrmehê de li Dêrsimê û navçeyên wê tê ldarxistin. Walîtiya Dêrsimê hin qedexeyan anî pêşiya Festîvalê. Bi hezaran kesê ji bo festîvalê hatin Dêrsimê bi boneya nerazîbûna li dijî hin qedexeyên walîtiyê ku danî pêşiya festîvalê, meş li darxistin. 
 
Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Alîcan Onlu, Pero Dundar jî di nav de bi hezaran kes ji Kolana Hunerê bi berzkirina dirûşmên “Festîval a gel e, nayê qedexekirin”, “Dêrsim rûmet e, xwedî li rûmeta xwe derkeve” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” dest bi meşe kirin. Meş dê li Qada Seyîd Riza bi dawî bû û li vir daxuyanî hat dayîn. 
 
‘SEPANÊN OHAL’Ê LI DÊRSIMÊ DI DEWRÊ DE NE’ 
 
Hevşaredarê Bajaroka Perî Orhan Çelebî ku qeyûm tayînî şûna wî kirin li ser navê Komîteya Amadekar a Festîvala Mûnzûrê daxuyanî da û anî ziman ku sepanên OHAL’ê li Dêrsimê di dewrê de ne û walîtiyê qedexeyan daniye pêşiya gelek bernameyên festîvalê. 
 
‘FESTÎVAL NEHAT BETALKIRIN FESTÎVAL HAT QEDEXEKIRIN’ 
 
Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu jî destnîşan kir ku bi qedexeya bernameyan re xizmeta bo çand, erdnîgarî, ziman û baweriya Dêrsimê hatiye astengkirin. Maçoglu diyar kir ku wan ne li ser riza xwe festîvalê betal kiriye lê qedexeyên walîtiyê festîvalê dane betalkirin. 
 
‘FESTÎVALÊ QEDEXE DIKIN’ 
 
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî bertek nîşanî qedexekirina festîvalê da û destnîşan kir ku ji bo kes li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê deng dernexe siyaseta yek ziman, yek dîn û yek milet dixin dewrê û ji bo vê bisepînin jî festîvala Dêrsimê qedexe dikin. 
 
BOMBEBARANA LI ZAXOYÊ 
 
Başaran da zanîn ku ew berê jî bi sepanên wiha re rûbirû mane û got: “Hêceta qedexekirina konseran wek ‘têkoşîna bi terorê’ re lanse kirin. Mînakek vê jî duh li Zaxo qewimî. Bi bombebarana artêşa tirk re gelek welatî hatin kuştin. Em zîhniyeta qetlîama pêk tîne û festîvala qedexe dike şermezar dikin.” 
 
Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Ozkan Tacar jî axivî û diyar kir ku bila kes wan bi bajarên din re tevlihev neke, ew festîvala zebeş, gilyaz, mişmişan nakin ew festîvala xwedî derketina av, ax, ziman û çanda xwe dikin. 
 
BI QEDEXEYAN RE RÛBIRÛ MANE 
 
Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetîn jî got ew bi qedexeyên walîtiyê re rûbirû mane û xwest her kes hurmetê nîşanî bawerî û çanda Dêrsimê bide. 
 
FESTÎVAN HAT BETALKIRIN 
 
Di dawiya axaftinan de Komîteya Amadekar a Festîvalê ragihand ew ji ber qedexeyên Walîtiya Dêrsimê festîvalê betal dikin.