Tiştên ku nikare bîne ziman bi firçeyê neqş dike

MEREŞ - Ahmet Kisa yê ku nabihîze û nikare biaxive lê ev astengî nikare wî ji wênesaziyê dûr bixe. Kisa tiştên ku nikare bîne ziman bi firçeya xwe neqş dike. 

Ahmet Kisa (43) ê ji navçeya Elbistana Mereşê ji dayikbûna xwe ve nabihîze û nikare baixive. Kisa tevî vê astengiya xwe jî wêneyên ku xêzdike reng û dengê jiyana xwe xwe xêz dike û rengîn dike. Kısa di sala 2002’yan de dest bi xêzkirina wêneyan dike û perwerdehiya xwe ewil ji dayika xwe werdigire û pişt re jî li bajarên wek Enqere, Îzmîr û Stenbolê li cem wênesazên profesyonel wênesaziya xwe li pêş dixe. Heta niha nêzî 500 wêneyan xêz kiriye. Ew di sala 2015’an de kargeha bi navê Kisafirça ya wêneyan vedike û bi firotina wêneyan debara malbata xwe jî dike. Kisa dibêje kesên ku tên kargeha wî hunera wî diecibînin. 
 
 
Kisa wêneyên şexsiyetên kurd ên tevgera siyasî û şexsiyetên girîng ên di civaka elewî de cih girtine, xweza, jiyana gundan gelek wêne xêz kiriye. Ew tu ferq û meylê naxe navbera wêneyên xwe lê wêneyê herî ew jê hez dike yê guldexwînê ye. 
 
JI BIÇÛKATIYA XWE VE XÊZ DIKE
 
Dayika wênesaz Ahmet Kisa, Elîf Kisa ku ji bo lawê wê bibe wênesaz destekek mezin daye lawê xwe diyar kir ku ji biçûkatiyê ve bala lawê wê li ser xêzkirina wêneyan bû. Kisa qala pêvajoya fêrbûna lawê xwe kir û ew bi hezkirinek mezin karê xwe dike û hezkirina xwe ya li hember mirovan û xwezayê bi çêkirina wêneyan nîşan dide. 
 
TIŞTÊN BI ZIMAN NIKARE BÎNE ZIMAN, BI WÊNE TÎNE ZIMAN 
 
Kisa destnîşan kir ku lawê wê tiştên ku nikare bîne ziman bi wêneyan derd, kul, hezkirin, daxwazên xwe tîne ziman û lê krîza aborî li ser karê Ahmedê lawê jî bandor kiriye û niha zirarê dike. 
 
BI ŞANAZÎ XÊZ DIKE
 
Ahmet Kisa jî hestên xwe li ser kaxez nivîsand û got: “Ji Kisafirçayê rêz û silav ji dinyayê re. Hunera wêneyan, wênesazî bû nesîbê min. Ez dixwazim hîn bêtir hunera xwe li pêş bixim. Ez ji xêzkirinê aciz nabim. Ev 7 sal in li kargeha xwe dixebitim. Dema ez wêneyan çêdikim, şanaz dibim. Ez bi hezkirinek mezin wêneyan xêz dikim. Ez ê hîn jî xêz bikim. Ez ji xêzkirinê û vê xebatê pir hez dikim.” 
 
MA / Emrullah Acar