Serlêdanên kursên ziman ên MED-DER'ê didomin

AMED - Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî da zanîn ku îsal 600 xwendekar mezûn kirine û got, serlêdanên wan ên ji bo heyama nû dest pê kirine. 
 
Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamya (MED-DER) ku di sala 2018'an de hatiye avakirin heya niha di warê kurdî de gelek kes perwerde kirine. Herî dawî hefteya borî belgeyên serkeftinê yên 300 xwendekaran li wan belav kir. Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî li ser rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
 
PERWERDEHÎ DIDOME
 
Ronî diyar kir ku îsal di 21 Sibatê de dest bi xebatên perwerdehiyê kirine û hezar kesî serî li kursên wan daye û ji van kesan nêzî 600 kesî mafê wergirtina belgeyên serkeftinê bi dest xistine. Ronî bibîr xist ku berê bi dehan sazî û komeleyên perwerdehiya zimanê kurdî hebûn, lê piştî ku ew sazî ji aliyê dewletê ve hatin girtin hejmara xwendekaran jî kem bûye. Ronî destnîşan kir ku ji ber zextên dewletê hejmara xwendekaran kem bû ye û got: “Ji aliyê civakê ve di warê xwedîderketin û hînkirina ziman de pirsgirek tune ye. Tenê zextên dewletê li pêşiya hînkirina zimanê kurdî dibin asteng. Di salên dawî de gelek êriş li hemberî saziyên ziman çêbûn. Ji ber wê dema em niha û salên 2006 û 2016’an didin berhev wê deme derfet zedê bûn. 38 şaxên KURDÎ-DER’ê hebûn û li hemû bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê dersen kurdî dihatin dayin. Lê niha ji ber êrişan sazî kêm bûne, wekî MED-DER li Amedê, Arî-Der li Êlihê, Ferat-Der li Semsûrê... Niha ewm hewl didin ku li bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê saziyên ziman vekin. Her çiqas zor û zextên dewletê li hemberî zimanê kurdî hebin jî, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û yê fermî li vî welatî têkoşîna me jî wê bidome.”
 
‘POLÎTIKAYÊN TUNEHESIBANDINÊ DIDOMIN’
 
Bi domdarî Ronî destnîşan kir ku polîtikayên dewletê ên bişaftinê û tunehesibandinê bi salane didomin û got: “Ji avabûna komarê heta niha polîtikayên dewletê yên tunehesibandina zimanê kurdî didomin. Tiştekî balkêş e îro nifûsa Amedê 2 milyon e. Dema tu li hejmara dibistanên ku dersen tirkî didin dinêrî ew jî 2 hezar in. Tevî ku ji sedî 90 kurd in jî, lê tenê saziyek dewletê ya ji bo perwerdehiya zimanê kurdî tune ye. Ji ber wê em dibêjin ku pewist e zimanê kurdî ji aliyê dewletê ve bi zagonan were sererastkirin û bi hezaran dibistan vebin û mamoste werin peywirdarkirin ku daxwaza gelê kurd bi cih were. 30 milyon kurd li vî welatî dijîn. Milyon û 500 hezar mamoste hene, lê ji wan tenê 79 mamosteyên kurdî hene. Ev bi xwe pirsgirek e. Lê dema em li peywirdarkirina wan mamosteyan jî dinêrin bi vê helwestê ne mimkûn e ku dewlet vê daxwaza gelê kurd bi cih bîne.”
 
‘TEKOŞÎNA JI BO AZADIYA ZIMAN’
 
Ronî bal kişand ser peywirdarkirina 3 mamosteyên kurdî jî ku îsal ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ve hatin wezîfedarkirin û got, her çiqas di zanîngehan de beşa kurdî hatibe vekirin jî ew tunehesibandina kurd û kurdî didome. Ronî destnîşan kir ku gel jî edî ji gavên wisa bawer nake û got: "Peywirdarkirina 3 mamosteyan ji aliyê gelê kurd ve tu car nayê qebûlkirin. Sazî û komeleyên me yên ku xizmeta ziman dikin jî ji bo zimanê kurdî li vî welatî bibe zimanê perwerdehiya fermî tekoşîna xwe wê bidomînin.”
 
BANGAWAZÎ
 
Ronî derbarê serledanên kursên MED-DER’ê de jî axivî û bi lêv kir ku kursên wan didomin û ji bo tevlîbûna kursan ew bang li gel kir: “Daxwaza me ji bo gelê me ew e ku werin saziyên me tev li kursan bibin û ji bo zimanê kurdî di nava liv û tevgerê de bin. Bi vî awayî dikarin mafekî bingehîn ku ji aliyê dewletê hatiye binpêkirin berovajî bikin. Di heman demê de jî divê li hemû qadan daxwaza zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî ragihînin." 
 
Ronî da zanîn ku serledanên kursên ziman ên MED-DER'ê didomin û ji bo tevlêbûna kurdan bang li her kesî kir. 
 
MA / Mahmût Altintaş