Şagirtên Zarok Ma'yê destûrnameyên xwe wergirtin

img

AMED - Zarok Ma'yê bi bernameyekê destûrnameyên şagirtan da wan. 

Zarok Ma ji bo şagirtên xwe perwerdehiya xwe temam kirine li avahiya xwe ya li navçeya Peyasê ya Amedê bernameyek li dar xist. Bername li dikê servekirî ya Zarok Ma'yê hat lidarxistin. Di bernameyê de pankarta li ser "1'emîn Salvegera Zarok Ma'yê pîroz be" nivîsandî hat daliqandin. Malbatên şagirtan, perwerdekar û şagirtên Ma Muzîkê tev li bernameyê bûn.
 
Di destpêka de perwerdekarê Zarok Ma'yê Şerko Kanîwar û hemû zarokên Zarok Ma'yê li ser dikê bi hev re stran gotin. Malbatan jî hevrêtiya zarokan kir. 
 
Pîştre jî zarokên ku tev li bernameyê bûn stran gotin. 
 
Bername bi dayina destûrnameyan bi dawî bû.