Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Îkram Balekanî piştî wergerandina Çarînên helbestvanê faris Omer Xeyam, vê carê jî jiyan û helbestên Xeyam bi deng weşandin. 
 
 Pirtûka Çarînên Omer Xeyam a farsî ku ji aliyê rojnamevan û nivîskar Îkram Balekanî ve ji bo kurdî hatibû wergerandin, bi deng jî hat weşandin. Pirtûk di sala 2014’an de ji aliyê weşanxaneya Evrenselê ve li Stenbolê hatibû çapkirin.
 
Niha jî ew pirtûk bi awayekî deng li ser medya dîjtîal hatiye weşandin. Îkram Balekanî bi xwe helbestên Xeyam xwendin e û li ser Youtube jî bi du awayan hatiye weşandin. Carekê Jiyan û Helbestên Xeyam bi giştî hatiye weşandin û carekê jî hemû Çarînên Xeyam hatiye weşandin.
 
Qeyda deng û muzîk jî bi awayekî profesyonel hatiye amadekirin.
 
Hûn dikarin li ser vê lînkê li Jiyan û Helbestên Xeyam guhdarî bikin:
 
Hûn dikarin li ser vê lînkê li hemû Çarînên Xeyam guhdarî bikin