Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne

img

AMED - Hunermend Firat Med tekildarî strana xwe ku li Kanal D'yê bê destûr hatibû weşandin axivî û got: “Hunera me lîstoka wan nîne, em li ser kesên ku strana min bê destûr weşandine lêkolînê dikin.”

 
Di van demen dawî de walîtî, qeymeqam û şaredariyên AKP’ê gelek konser û şanoyên bi zimanê kurdî qedexe dikin. Herî dawî lîstika ‘Tartuffe’ ya Şanoya Bajêr a Amedê ku da li Mersînê derkeve ser dikê hate qedexekirin. Di demekî ku konserên hunermendên kurd û lîstikên şanoya kurdî tên qedexekirin de di bernameyeke Kanal D'yê de strana hunermendê kurd Firat Med bê destûr hate weşandin. Bi vê helwestê polîtikayên dewletê yên li ser ziman, çand û hunera kurdî careke din ber bi çav bûn. An ku stranên kurdî ji hunermendên kurd re qedexe ne ji medya hawiz re serbest in. Em jî têkildarî mijarê bi hunermendê kurd Firat Med ku strana wî bêyî wî hatiye weşandin re axivîn.
 
Firat Med, tekildarî qedexekirina konserên kurdî û zextên li ser çand û hunera kurdî, bi lêv kir ku zimanê kurdî perçeyekî malbata mirovahiyêye û qedexekirin û zext şerma mirovahiyê ye. Med, bal kişand ser strana wî ku di Kanal D’yê de bê destûr hatibû weşandin û di derheqê mijarê de ev tişt anî ziman: “Wekî hunermendekî em jî dixwazin ku stranên me li hemû cihanê bên lêxistin, lê di vir de stran û hunera me wek lîstik di destê medyaya wan de tê bikaranîn. Em hurmet û rêzdariyê ji çand, huner û zimanê xwe re dixwazin. Li aliyekî konser tên qedexekirin li aliyê din jî wek lîstik stranên me tên lêxistin. Ez wek kurd û hunermendekî vê helwesta wan şermezar dikim.”
 
‘HÛNERA ME LÎSTOKA TU KESÎ NÎNE’
 
Med, diyar kir ku derheqê kesên ku strana wî bê destûr weşandine de lêkolîn dane destpêkirin û wiha berdewam kir: “Ez bi parazerê xwe re jî axivîm û niha em li ser vê yekê lêkolîn dikin. Em dê li pêy kesên ku bê hurmet û bê destûr strana me weşandine, bin. Zimanê me hunera me lîstoka tu kesî nîne.”
 
‘TUNEKIRINA ÇAND, ZIMAN Û HUNERA KURDÎ’
 
Med, anî ziman ku ew bi xwe jî rastî astengiyan hatiye û dewlet dixwaze hûnermendên kurd bitirsîne. Med, destnîşan kir ku qirkirina neteweyekî bi ziman û çandê tê kirin û got: “Heke tu bixwazî neteweyekî qir bikî, divê di serî de tu hûner, ziman û çanda wî qîr bikî. Niha tiştên ku em dijîn jî pevajoyek tune kirinê ye. Ji ber we banga min li çapemenî û medyaya tirkan ew e ku bila zimanê me nekin lîstoka xwe, bi lêzgînî ez hurmet û rêzdariye ji bo huner û zimanê kurdî dixwazim.”
 
‘EM NEBÊJIN EM DÊ TUNE BIBIN’
 
Med, da zanîn ku dê li ser pevajoya nû ku gelê kurd di nav re derbas dibe wê stranekê derbixe û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Huner qerîn û xwesteka civakê ye, ji ber wê ez bang li hunermendên kurd dikim ku bila her tim stranên xwe bêjin. Heke em nebêjin em dê tune bibin. Dema em li dîroka gele kurd dinêrin bi sed salane ji bo hebûna xwe tekoşînekê dide. Di dîrokê de her tim hunermendekî/ê qerîna vî gelî aniye ziman. Di pêşerojê de xebateke min jî ya bi vî rengî heye. Civak çi dijî, şahî an jî şînî, hunermend ew e ku bibe berdevkê hestên neteweya xwe.”