Nûdem Dûrak bi stranekê banga piştevaniyê li hunermendan kir

ŞIRNEX - Hûnermenda kurd Nûdem Dûrak a ji ber ku klama kurdî gotibû hatibû girtin, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û bi klama “Çiyayên me” banga piştevaniyê li hunermendan kir. 
 
Hunermend Nûdem Dûrak a ku ji bajarokê Dêrgulê ya girêdayî Şirnexê ye, di sala 2015’an de ji ber ku klama kurdî gotibû di 2 dozên cuda de 19 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Nûdem Durak a ku bi  nexweşiya Graves (guatira bijehr) ketiye, di girtîgehê de bi xetereya windakirina dengê xwe re rûbirû ye. Heta niha gelek hûnermendên navdar ê weke endamê grûba muzîkê ya Pink Floyd a Brîtanî Roger Waters, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal azadiya Dûrak daxwaz kirin. Nudem ku 6 sal in li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî û bi klama “Çiyayên me” banga piştevaniyê li hunermandan kir.  
'DIXWAZIM BERÎ KU DENGÊ XWE WINDA BIKIM DERBIKEVIM'
 
Durak, di axaftina bi telefonê de diyar kir ku ew ditirse telên qirika wê zirar bibînin û got: “Di vê hêlê de tirsa min heye. Bêhna min diçike, lê gava ku ez li ser teknolojiyê difikirim, ger ez derkevim, şansê min heye ku pêşî liv ê nexweşiyê were girtin. Lê tirsa min heye ku ez ê nikaribim pêşiyê lê bigirim. Ji ber vê yekê ez dixwazim di demeke nêz de bêm berdan. Ez dixwazim berî ku dengê xwe winda bikim derkevim.”
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Hûnermend Durak, anî ziman ku tişta ku ji wan re herî pêwîst piştevaniye û ev bang kir: “Ya rast banga min ji hunermendan re ev e, bila li hevudû xwedî derkevin. Herî kêm divê hewl bidin û bi hunermendan re destê xwe bidin hev, da ku bikaribin xwe bi rehetî îfade bikin. Ji xwe vê jî dikin. Em çi li derve bin, çi li hundir, em dibînin ku çawa konser têne betalkirin û asteng kirin. Lê ew dîsa jî dikarin piştgiriya hunermendên li hindur bikin. Ew dikarin ji bo vê yekê hewl bidin, serkeftin ji wan re.”
 
Hunermend Dûrak, pişt re bi gotina strana “Çiyayên me” banga piştevaniyê li hunermendan kir.