Dê belgefîlma 'Nûjiyan' li Şengalê bê nîşandan

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dê belgefîlma bi navê "Nûjiyan" a li ser rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê bê nîşandan.
 
Belgefîlma bi navê "Nûjiyan" a li ser rojnamevan Nûjiyan Erhan ku dema li Şengalê êrişên qirkirinê yên li dijî êzidiyan dişopand di 3'yê Adara 2017'an de ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatibû qetilkirin, temam bû. Belgefîlma bi derhêneriya Jînda Asmîn, li ser çîroka jiyana Nûjiyan Erhan e ku êrişên qirkirinê ragihandibûn cîhanê. 
 
Belgefîlm dê di 28-29'ê Gulanê de bi pêşengiya Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê û TAJ'ê bê nîşandan.
 
Têkildarî belgefîlmê li Şengalê, li navçe, bajarok û gundên wê pankart hatin daliqandin û ji bo temaşekirina belgefîlmê gazî gelê Şengalê hat kirin.