Li Wanê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat nîşandan

img
WAN - Li Wanê promiyera lîstika “Haylo Dîsa Tevlîhev Bû” a ku ji berhema nivîskarê Fransî Claude Magnier hatiye wergeandin, hat nîşandan. 
 
Nivîskar Dilawer Zeraq ji berhema nivîskarê Fransî Claude Magnier lîstika “Haylo Dîsa Tevlîhev Bû” wergerand kurmancî. Pormiyera lîstikê cara ewil li Wanê pêşandan. Lîstik ji aliyê lîstikvanên Şanoya Mencel ve tê lîstin. Derhêneriya lîstikê jî Nazmî Kahraman kiriye. Lîstik li ser dika Şanoya Mencelê nîşanî temaşevanan hat dayîn. Lîstik li ser xebatkarên ku li cem fabrîkatorek dewlemend dixebitin hatiye nivîsandin. Naveroka lîstikê mîzah e û bi zimanekî kêfê tê vegotin. Lîstikvan bi piranî devoka kurmanciya herêma Behdînanê diaxivin û ev ziman rengek cuda li lîstikê kiriye. 
 
Lîstika “Haylo Dîsa Tevlîhev Bû” piştî ku du rojan li Wanê bê pêşandan, dê li Amed, Êlih û Tetwanê jî derkeve ser dikê.