'Em ê bi tijekirina eywanan bersiva qedexeyan bidin'

img
STENBOL - Ji şîrketa organîzasyonê ya Seymenê Yasîn Gungor ku nerazîbûna xwe ya ji bo qedexekirina lîstika "Don Kîxot"ê anî ziman, destnîşan kir ku dê bersiva wan a herî mezin a li dijî van qedexeyên trajîkomîk tijekirina eywanan be. 
 
Şaredariya Çayirova ya Kocaeliyê ya AKP'î nehiştibû lîstika "Don Kîxot" a Şanoya Bajêr a Amedê li Çayiovayê bê lîstin. Ji şîrketa organîzasyonê ya Seymenê ya ku organîzasyona Şanoya Bajêr a Amedê dike Yasîn Gungor, qedexekirina şanoya kurdî û konserên bi kurdî nirxandin. 
 
EYWAN HEYA BER DEV TIJE BÛN
 
Gungor diyar kir ku hunermend di du salên dawî de ji ber şewbê ji girseyê dûr mabûn, lê di xebatên xwe yên demên dawî de heq ji vê rewşê derketine. Gungor got: "Tu radibî şanoya kurdî datînî ber kesên qet şanoya kurdî temaşe nekirine. Ev ji bo me enerjiyeke cidî afirand. Bi hatina girseyê re em gihaştin armanca xwe." 
 
Bi domdarî Gungor bilêv kir ku wekî organîzasyon dest bi pêvajoyeke nû kirine û ji bo şanoya kurdî ya li bajarên rojavayê Tirkiyeyê tê lîstin jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber hindê em ketin nava hin hewldanan ku em Şanoya Bajêr a Amedê bînin vira û wan û temaşevanan bigihînin hev. Tenê ne li Stenbolê, em li Kocaelî, Çanakkale, Bûrsa û Tekirdagê jî vê derfetê diafirînin." 
 
'EYWAN BERÊ HATIBÛN EYARKIRIN'
 
Gungor da zanîn ku dê lîstik di navbera 22-29'ê gulanê de li Kadikoy, Kartal, Ataşehîr, Esenyûrt û Avcilarê jî bê lîstin û wiha domand: "Şanoya kurdî di warê peydakirina qadê de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Piştî ked û û lêgerîneke dûr û dirêj me peyman bi hin eywanan re çêkir û me hewl da em vê bernameya tûrneyê biqedînin. Lê em di vî warî de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Em li gelek cihan bersivên neyînî digirin. Bi piranî dibêjin eywan tije ne. Em hewl didin ku ji heq van pirsgirêkan derkevin." 
 
‘QEDEXEYÊN TRAJÎKOMÎK'
 
Di berdewamê de 
Gungor destnîşan kir ku car heye gava eywanê kirê dikin jî bi qedexeyan re rû bi rû dimînin û van qedexeyan wekî qedexeyên trajîkomîk wesifandin. 
Gungor, got: "Em di lîstika bi navê 'Lîstik' a Teatra Jiyana Nû de bi van qedexeyan re rû bi rû man. Me eywan kirê kir û pereyê xwe da, lê şev nîvê şevê eywan hatin betalkirin. Tiştên di salên 90'an de qewimîn çend roj berê li Şaredariya Çayirova ya Kocaelî ya AKP'î hat ser me. Konsera Aynûr Dogan jî bi heman awayî hat qedexekirin. Li Kocaeliyê li ser çand û zimanê kurdî ambargoyek heye." 
 
BANAGAWAZÎ
 
Gungor li dijî qedexeyan bang li temaşevanan kir ku şanoya kurdî temaşe bikin û ev tişt anî ziman: "Dê bersiva me ya herî mezin heya ber dev tijekirina eywanan be. Çanda kurdî xwedî rabirdûyeke bi deh hezraan salan e. Em li ser erdnîgariyeke ku dergûşa şaristaniyê ye û malovaniya gelek şaristaniyan kiriye dijîn. Em xwedî keleporeke bi vî rengî ne. Em jî ji bo berdewama vê çandê xwe berpirsiyar hîs dikin. Berprisiyareke me ya sereke xizmeta ji bo îcrakirina hunera vî gelî ye. Lê ev yek nayê hezimkirin. Em ê jî bi îcrakirina hunera xwe bersiva vê yekê bidin." 
 
Gungor di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku bertekên li hemberî qedexekirina şanoya kurdî û konserên kurdî qels in û xwest her kes li hemberî van qedexeyan rabe. 
 
 
MA / Mehmet Aslan