Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist

img

AMED - Hunermend Erdogan Emîr ku bi stran û terza xwe ya zaravayê kirmanckî tê nasîn li Amedê konserek li dar xist. 

Hunermend Erdogan Emîr li Amedê konserek li dar xist. Hunermend Emîr ku bi zaravayê kirmackî (zazakî) distrê li hewşa Zarok Ma  konser da û gelek kes tev li konserê bûn. Emîr di konserê de bi giştî stranên kirmanckî yên aydê herêma Dêrsimê strî. 
 
Emîr di destpêka konserê de axivî û bal kişand ser girîngiya çand û hunera kurdî û bi xêrhatina mêvanên xwe kir. Emîr anî ziman ku her kes dikare bi reng, çand û zimanê xwe bijî.
 
Hunermend Emîr di dawiya konserê de malovaniya Ma Muzîkê û Zarok Ma’yê kir. Welatî li ber stranên Emîr rabûn govendê û konser li ber gerandina govendê bi dawî bû.