Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin

img
ŞIRNEX - Bi hatina biharê re ciwanên berê xwe didin zozanan kevneşopiya çanda xwe bi lîstik û govendan diparêzin.
 
Bi hatina biharê re ciwanan navçeya Qilebanê ya Bajarê Şirnexe berê xwe dan zozanan. Ciwanan wek kevneşopiyekê her sal li qiraxa Çiyayê Kêla Mamê cilên heremî li xwe dikin û bi lîstik û govendên cûr bi cûr vê kevneşopiyê xwe didomînin. Li aliyekê ciwan pincar berhev dikin li aliyê din di nava xweşikiya xwezayê de lîstikan dilîzin û govendan digerînin. 
 
LI KÊLEKA KELA MEMÊ GOVEND Û LISTIK
 
Ciwanan hewayê xweş û tav dîtin û berê xwe dan Girê Kêla Horê ê Kêla Memê. Piştî ku pincar û kivark berhev kirinê ciwanan bi govendên bi navê "Emer Axa", "Şêxanî", "Sêgavî", "Bablekan", Herebaso" gerandin. Piştî govendan ciwanan pev re  listikên "Şaşika Mijîn" û "Xezalok" listin. 
 
LISTIKA XEZALOKÊ
 
Di listika Xezalokê de ciwan di serî de xelekekê li qadê diyar dikin û listikvan ji xelekê 50 mîtroyan dûr dikevin. Piştre şivanek û xezalek tê diyarkirin û xezal li ser mînderekê tê rûniştandin. Du benikên yek 4 yek 5 mîtro li mînderê ve tên girêdan û tayekê şivan ji bo ku xezalê biparêze digire destê xwe. Tayê din jî ji bo ku gur xezalê derxin derveyî sînor ji wan re tê hiştin. Di listikê de şivan xezalê ji guran diparêze û gur jî bêyî ku şivan nêzîkî wan bibe xezalê dikêşin derveyî xelekê. Dema ku şivan xwe gihande gurekî ew gur dibe xezal û rûdine li ser mînderê. 
 
 
ŞAŞIKA MUJÎN
 
Listik navê xwe ji Gundê Mujin'ê ku ji aliyê dewletê hatibû şewitandin digire. Ji ciwanên ku vê listikê dilîze Mehmet Paksoy derbarê rê û rêbazên listikê wiha axivî: "Di serî de sînorek tê diyarkirin û listikvan ji sînor 50-60 metreyan dûr dikevin. Piştre em yekê diyar dikin û çavên wî girê didin. Em li dor kesê ku me çavên wî girê daye dibin xelek û kesek di derveyî xelekê disekine listikê bi rê ve dibe. Kêsê ku listikê bi rê ve dibe listikvanê çavên wî hatiye girtin bi axaftin dide lîstin û cihê kesan jê re radigihîne. Dema ku kesê çavên wî hatine girtin destê xwe yek ji dorê xwe wek xelekê disekine dide yên din heya ku sînora hatiye diyar kirin bi kefiyan didin pey. Piştre ew kes dikeve nava xelekê û çavên wî tên girtin û dive ew kes destê xwe bigehîne yek ji xeleka li dor xwe. Yên xelekê jî hewl didin ku xwe nedin girtin. Listik bi awayî didome. 
 
Paksoy diyar kir ku listik mîrateyekî kevneşopiya çandî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em vê listikê hem dilîzin, didin jiyîn hem jî hînî nifşên nû dikin.