Serpêhatiya berxwedêriya çinarek sedsalî: Yadê

img
STENBOL - Jiyan û serpêhatiya Samiya Dogan ku jiyana xwe di ber têkoşînê de daye bû mijara belgefilma bi navê “Yadê.” Derhêner Denîz Deman derbarê belgefilmê de got: “Filma Yadê çinara sedsalî ye ku ji nifşek din tê û rê nîşanî nifşê nû dide ye.” 
 
Belgefilma “Yadê” behsa jinek kurd a berxwedêr dike. Belgefilm roja 8’ê Gulanê bi wesîleya Roja Dayikan a Cîhanê hat pêşandan. Hunermenda kurd Denîz Deman derhêneriya belgefilmê kiriye. Deman nivîsandiye û bi rê ve biriye. Ji destpêkê heta dawiyê jinan xebata belgefilmê bi rê ve biriye. 
 
Ev belgefilma “Yadê” li ser jiyan, têkoşîn û serpêhatiya Samiya Dogan ku wek Yadê tê nasîn hatiye amadekirin. Ew ji malbatek binemala kurdan ku tê nasîn e. Ew ferdek ji malbata Haco ye. Malbata wê yanî mala Haco di sala 1917’an de serî li hemberî Osmaniyan radikin û ji ber vê serhildanê malbat mişextî binxetê ango Rojavayê Kurdistanê tê kirin. Yadê li bajarê Qamişloyê tê dinyayê. Dema ku temenê wê dibe 11 salî ji bo malbata wê “efû” tê derxistin û bi malbata xwe re ji binxetê carek din vedigerin Midyadê û li gundê Hermês bi cih dibin. 
 
XWE LI ÇIYA DIGIRE 
 
Yadê û malbata xwe ku li gundê navborî bicih dibin, piştî 4 salan bi xelkê gund re li dijî êrişên ser xelkê Sûryanî li ber xwe didin. Bûyer vediguhere êrişên çekdarî û giliyê Yadê, bavê wê û mamê wê tê kirin. Yadê li gel 15 zilamên malbatê xwe li Çiyayê Mawa ku li navçeya Heskîfê ye digirin. Carek din fermana girtina Yadê û malbata wê tê derxistin û ji ber vê yekê malbat neçar dimîne berê xwe bide Binxetê û dîsa diçin li wir bicih dibin. 
 
LI DIJÎ TUNDIYÊ SERÎ RADIKE 
 
Yadê bi wêrekî, berxwedêrî û xweşikiya xwe dibe mijara lehengiyê ango destanan. Yadê ya ku li dijî zewacê ye, di encama zextên civakî de jê re cihêz hat amadekirin, lê wê red kir. Lê di encama zextên zêde Yadê bi darê zorê hat zewicandin. Piştî ku Yadê zewicî 6 zarokên wê çêdibin û wan mezin dike. Hevjînê Yadê tundiyek zêde lê dike û Yadê li ber vê radibe û ew û hevjînên xwe dev ji hev berdidin. Ev rewşa Yadê ku li ber tundiyê radibe, di wê serdemê û erdnîgariyê de wek a “ewil” hat nasîn. 
 
JIYANA XWE DIDE BER TÊKOŞÎNA AZADIYA KURDAN 
 
Dîsa tê xwestin ku Yadê bizewice. Lê Yadê zewacê wek “dojeh” dinirxîne û biryar dide ku nezewice û pişt re jiyana xwe dide ber xebata têkoşîna azadiya gelê kurd. Yadê li Midyadê gelek caran tê binçavkirin û her tim leşker bi ser mala wê de digirin. Du keçên Yadê dixwazin biçin nav PKK’ê. Yadê her du keçên xwe amade dike û bi destê xwe dişîne nav PKK’ê. Keçên Yadê jê re gotin, “Tu yê bibî dayika bi milyonan kesî.” Yadê bi tîlîliyan bersiva vê gotina keçên xwe dide. 
 
DAYIKA HER KESÎ YE 
 
Hunermenda kurd û derhêner Denîz Deman dibêje ku wê li Elmanyayê di çalakiyekê de Yadê nas kiriye û tevî temenê wê bi pêş ve çûye jî her tim di refên pêş ên çalakiyan de cih digire. Deman wiha got: “Min wê di rojek çalakiyê de nas kir. Deqên li ser rûyê wê û cixareya di destê wê de û çavên wî hêşîn bala min gelek kişandin. Her kes jê hez dike û bi navê Yadê gazî wê dikirin. Çimkî keça wê ku şehîd dikeve û wesiyet lê dike û ew bû Yadêya her kesî.” 
 
SERPÊHATIYA ÇINAREK SEDSALΠ
 
Deman anî ziman ku piştî wê Yadê nas kiriye dixwaze derheqê jiyana wê de bibe xwedî agahî û wiha axivî: “Her ku min wê nas kir, bala min kişand. Min xwest ez têkoşîna wê ya man û nemanê bê zanîn. Çimkî bîrek girînga a civakê ye. Çimkî seranserî jiyana xwe bi zilma dewletê, zilam û civakê re rûbirû maye, lê wê qet serê xwe netewandiye û adeta bû navê berxwedanê. Di heyama Yadê de her jin ne jiyana wan dixwest, jiyana ku didan pêşiya wan ji neçarî dibijart. Yadê wê jiyanê qebûl nekiriye. Li dijî her zîhniyeta dijminê jinan serî rakiriye. Yadê ji nifşek din tê û rê û rêbaz nîşanî nifşên nû, jinên ciwan dide. Ew çinareyek rêberiyê ya sedsalî ye.” 
 
Di rojên pêşiya me de belgefilma Yadê dê li ser platformên medya dîjîtal bê parvekirin.