Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hate pîrozkirin

img
STENBOL - Li Stenbolê bi sedan kesên bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hatin gelhev, bi daxwaza zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê meş lidarxistin. 
 
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Komeleya Lêkolînên Kurdî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi lidarxistina meşekê, li navçeya Esenyûrta Stenbolê pîroz kir. Parlamentera HDP’a Stenbolê Zuleyha Gulum û bi sedan kes tev li meşê bûn. Girseya li avahiya HDP’ê hate gelhev, bi lêdana erbaneyan demekê govend gerandin. Gelek kesên ku bi cil û bergên kurdî tev li meşê bûn her tim  dirûşmeyên  “Bê serok jiyan nabe”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Bijî berxedana zindanan” û “Bijî serok Apo” berz kirin. Girse pişt re, bi pankarta “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” ber bi Qada Esenyûrtê ve meşiya. Dayikan bi cil û bergên xwe yên herêmî û laçikên xwe yên spî meş rengîn kirin. 
 
TÊKOŞÎNA KURDAN A ZIMANÊ DAYIKÊ
 
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurd Remziye Alparslan a piştî daxuyaniyê axivî, diyar kir ku 15’ê Gulanê ji bilî cejnê roja maf gerandinê ye û da zanîn ku tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) zimanê bi milyonan kurdan ji aliyê serdestan ve tê binpêkirin. Alparslan, destnîşan kir ku gelê kurd nêzî sed sal in ji bo zimanê xwe yê dayikê têdikoşin û wiha got: “Gelê kurd hewl dide çand û zimanê xwe zindî bihêle û biparêze. Têkoşîna ziman û nasnameyê ku Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî di 15’ê Gulana 1932’yan de pêşengtiya wê kir îro jî didome.” Alparslan, bang li desthilatê kir ku zextên li ser kurdî bên bidawîkirin û xwest ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.
 
‘EM KURDÎ BELAV BIKIN’
 
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyup Sûbaşi jî, têkoşîna ku ji bo zimanê kurdî didin weke “şoreşê” penase kir û wiha got: “Ev şoreş ji hemû şoreşên cîhanê gelek gelek girîngtir e. Ev şoreş, şoreşa çand û ziman e. Heta ku statuya kurdî were qebûlkirin û bibe zimanê perwerdehiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo ku em vî zimanê qedîm bidin jiyîn, divê li her qada jiyanê kurdî belav bikin. Heke em zimanê xwe winda bikin em ê pêşeroja xwe jî winda bikin. Ji ber vê yekê di serî de gelê me divê hemû saziyên me kurdî di jiyana xwe de zêdetir biaxivin û belav bikin.”
 
‘ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE’
 
Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu jî bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û wiha axivî: “Vî gelî tevî hemû qedexe û astegiyan dev ji parastina zimanê xwe berneda. Desthilat îro zimanê 30 milyon kurdan qedexe dike lê gelek zimanên weke Îngilizî serbest dike. Vê yekê li ser dijminatiya gelê kurd dike. Gelek bi zimanê xwe tê nasîn. Ez ji vir bang li gelê me dikim; Em xwedî li zimanê me derkevin. Zimanê me hebûna me ye.”