Di qada cemaweriyê de kurdî tuneye!

img

RIHA - Ji ber polîtîtîkayên dewletê, di qadên cemaweriyê yên mîna perwerde, tenduristî, hiqûq û siyasetê de zimanê kurdî bi zext û astengiyan tune tê hesibandin. Nûnerên qadên navborî banga parastina zimanê kurdî kirin. 

Kongreya Neteweyî ya Kurd, di sala 2007'an de biryar da û 15'ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî îlan kir. Ji vê salê ve li her çar parçeyên Kurdistanê 15'ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî bi çalakî û bernameyan tê pîrozkirin. Lê rexmî van bername û çalakiyan  jî li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî hê jî bi awayekî fermî nehatiye naskirin û pê perwerde nayê dayîn. Bi polîtîkayên pişaftin û astengiyên fizîkî zext û pêkutiyên li ser zimanê kurdî didomin. Li hêla din ji ber polîtîtîkayên dewletê, di qadên cemaweriyê yên mîna perwerde, tenduristî, hiqûq û siyasetê de zimanê kurdî bi zext û astengiyan tune tê hesibandin. 
 
Li Rihaye nûnerên qadên navberî, derbarê mijarê de axivîn û banga parastina zimanê kurdî kirin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Ayşe Surucu, Hevserokê Lijneya Rêveberiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Îbrahîm Ektî, Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Rihayê Mahmût Bînîcî, Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Rihayê Dr. Kenan Gengeç, înkara û tune hesibandina zimanê kurdî ya di qadên xwe de anîn ziman û banga parastina kurdî kirin. 
 
MA / Ceylan Şahînlî