Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin

AMED -  Welatiyên Amedê têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî axivîn û diyar kirin ku kurdî di bin zext û astengiyên dewletê de ye û wiha gotin: “Divê em vî zimanê qedîm biparêzin. Wer in em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin.” 

Bi avakirina Komara Tirkiyeyê re polîtîkaya zext, qedexe û pişaftinê ya li ser zimanê kurdî bênavber domiyan. Ji ber polîtîkaya înkar û pişaftinê, gelek kurd hatin girtin, kuştin û binçavkirin. Li gel hemû astengiyan jî di her serdemê de gelê kurd ji bo hebûna ziman ketin nava bizavên cuda û tu carî dev ji têkoşîna ji bo ziman berneda. Di vê çarçoveyê de rewşenbîrên kurd bi pêşengtiya Celadet Elî Bedirxan, di sala 1932’yan de li Şamê Kovara Hawarê derxist. Kovara Hawarê, yekemîn kovar bû ku bi tîpên latînî weşana xwe dikir. Lewma di wêjeya kurdî de Kovara Hawarê xwedî girîngiyeke mezin e. Ji bo vê girîngiyê jî di sala 2006’an de 15’ê Gulan anku destpêkirina weşana Kovara Hawarê weke Cejna Zimanê Kurdî hate destnîşankirin û ev roj ji hêla gelê kurd ve her sal bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin. 
 
 
Îsal jî ji bo ku balê bikişînin ser zimanê kurdî û kurdî di fermiyetê de bibe zimanê perwerdeyê, bi pêşengtiya Tora Çand û Zimanê Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî dê li Amedê meşek bê lidarxistin. Xelkê Amedê têkildarî ziman û meşê ji ajansa me re axivî. 
 
Ji welatiyan Şehmûs Başkan anî ziman ku divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî û wiha got: “Çima zimanê tirkî azad e lê kurdî ne wisa ye? Divê zimanê me azad be û zarokên me li dibistanan bi zimanê xwe perwerde bibin. Her wiha divê gelê kurd di mala xwe de bi kurdî gel zarokên xwe biaxivin. Li kolanan û di têkiliyên xwe de bi kurdî biaxivin. Ez ê di 15’ê Gulanê de tev li çalakiya meşa ziman bibim.  Divê gelê me jî xwedî li vê çalakiye derkeve û em bi hev re bimeşin.” 
 
'EM Ê JI BO ZIMAN BIMEŞIN’ 
 
Welatî Îsmet Yagar jî got ku dê beşdarî meşa 15’ê Gulanê bibe û ji hemû malbatan xwest ku ne tirkî lê bi kurdî gel zarokên xwe biaxivin. Jina bi navê Sevda Ozel jî diyar kir ku divê hemû kes beşdarî meşa ziman bibe û wiha domand: “Dibe ku yên di temenên min de bi kurdî bizanin lê nifşên nû nizanin. Lewma divê dayik û bav kurdî hînî zarokên xwe bikin. Li dibistanan zimanê kurdî tune ye. Ji ber vê jî zarokên kurd zimanê xwe ji bîr dikin. Sedema bingehîn a ji bîr kirina ziman, dibistan in.” 
 
‘EM PERWERDEYA FERMÎ DIXWAZIN’
 
Cûma Ozcan jî destnîşan kir ku perwerdeya bi tirkî dike ku zarokên kurd zimanê xwe ji bîr bikin û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku kurdî bibe zimanê fermî û perwerde bi zimanê kurdî be. Em naxwazin zimanê me winda bibe. Divê em li malê bi kurdî gel zarokên xwe biaxivin da ku zimanê xwe ji bîr nekin.”
 
‘WERIN EM BI HEV RE BIÇIN MEŞA ZIMAN’
 
Tekildarî mijarê welatî Îzzet Erturk jî anî ziman ku axaftina herî baş axaftina bi zimanê dayikê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazim ku zimanê kurdî her tim pêş bikeve. Çawa ku hemû gelên cîhanê zimanê xwe diparêzin, divê gelê kurd jî zimanê xwe biparêze. Mirov bi zimanê xwe serfiraz e. Banga min ji bo hemû kesî ew e ku beşdarî meşa 15’ê Gulanê bibin. Werin em bi hev re ji bo daxwaza fermîbûna zimanê xwe beşdarî meşê bibin. Divê çi li malê û çi jî li bazar, tax û her deverê, em bi kurdî biaxivin. Em ê bi vî awayî bikarin vî zimanê qedîm biparêzin.” 
 
‘DEV JI ZIMANÊ XWE BERNEDIN’
 
Welatiyê bi navê Îlhan Karabulut ku li kolanan stranên kurdî dibêje jî bal kişand ser zextên ser zimanê kurdî û ev tişt anî ziman: “Dema em stranan dibêjin, zabite me asteng dikin. Baş e lê heke em li vir nekarin stranên xwe bibêjin em ê li ku bibêjin? Bila gelê me zimanê xwe ji bîr neke. Bila kes dev ji zimanê xwe bernede. Heke zarokên min hebûna min ê ew ferî kurdî bikirina. Divê malbat jî zarokên xwe ferî kurdî bikin.”