Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin

img
STENBOL - Pirtûka bi navê "Çîrokên Şêwra Ermenan" ku di sala 1936'an de bi alfabeya kîrîlî wergerî kurdî hatibû kirin, vê carê bi alfabeya latînî wergera wê hat kirin. 
 
Edîtorê Bianetê Kurdî û rojnamevan Ferid Demirel 12 çîrokên ji pirtûka "Çîrokên Şêwra Ermenan" hilbijart û bi tîpên latînî wergerî kurdî kir. Pirtûk ji çapxaneya Cervantes derçû. 
 
Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan ji bo ku sosyalizmê di nava gelan de bide qebûlkirin û belavkirin ji sala 1930'an şûnde dibistanên kurdî vedike û pirtûkên kurdî çap dike. Pirtûka “Nivîskarê Şêwra Ermenan” yek ji van pirtûkan e ku qala rewşa kurdên di bin bandora sosyalîzma Rûsyayê de dike û ji bo têkiliyên navbera kurd û ermenan jî çavkaniyekî girîng e. 
 
Şêwra Hikûmeta Ermenistanê pirtûk cara pêşiyê di sala 1936'an de bi navê “Nivîskarê Şêwra Ermenan” çap kiriye. Di pirtûka orîjînal de çîrok û helbest hene. Heciyê Cindî pirtûk amade kiriye û wî tev li Emînê Evdal, Casimê Celîl û Cerdoyê Gêncoyî ev çîrok û helbest ji ermenkî wergerandine kurdî û bi kîrîlî çap kirine.