‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’

img

AMED - Serê Gulanê ku li herêma Farqînê weke roja bereketê tê zanîn, her sal bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Ji rûspiyên Farqînê Hecî Şerîf Farqînî diyar kir ku weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kevnare ya kurdan e û got: “Divê hemû kes beşdar bibe û xwedî li vê çandê derkevin.” 

Li navçeya Farqîn a Amadê zêdetirî hezar sale şahiyên ‘Serê Gulanê’ tên lidarxistin. Li gorî rîwayetan, serpêhatiya cejna ‘Serê Gulanê’ digihije heta Merwaniyan. Li gorî gotinên farqîniyan,  li demekî hişkesaliyek li heremê derdikeve û gelekî dijwar derbas bûye. Ji bo ku baran bibare, gel derketiya duaya baranê û piştre jî li herêmê baran bariyaye. Lewma ew roj di nava xelkê herêmê de weke roja bereketê hatiye qebûlkirin û her sal di 14’ê gulanê de bi coşeşek mezin tê pîrozkirin. Di heman demê de 14’ê Gulanê, kamlana demsala biharê ye û her dever bi rengên biharê yên zindî xweşik dibe. Xelkê Farqînê jî bi vê wesîleyê berê xwe dide xwezayê. Rojek beriya Serê Gulanê, şêniyên Farqînê amadekariya xwe dikin,  xwarinan li malê amade dikin. Bi taybet jî jin dolmeyên gulanê çêdikin û hêj di sihara serê sibehê de bere xwe didin türbe, goristan,  park, baxçe, çem û zozanan. Kaniya Navîn, Binê Sextê, Minara Qot, Bêzwan, Zêwetirk u Quba Zîlanê cîhên herî navdar ên herêmê ne. Xelk, li van deveran tê ba hev, xwarina xwe bi hev re dixwe, xelekên govendê digerînin û heta êvarê jî şahiya xwe didomînin. 
 
Weke her salê, xelkê Farqînê îsal jî bi coşeke mezin amadekariyên ‘Serê Gulanê’ dike û li hêviya wê rojê ne. Hecî Şerîf Farqînî (80) ku bi sala ye li pêşiyê Mizgefta Selehaddîn Eyyubî ya Farqînê pirtûkan difiroşe û yek ji rûspiyên Farqînê ye, têkildarî Serê Gulanê bi ajansa me re axivî. 
 
‘MÎNA NEWROZÊ EV JÎ CEJNEKE KUIRDAN E’ 
 
Farqînî diyar kir ku Serê Gulanê bi hezar salaye tê pîroz kirin û heta 80 saliya xwe ew jî di nav pîrozbahiyan bûye. Farqînî, bi domdarî wiha qala girîngiya vê rojê kir: “Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e. Gava ku dibe sere Gulanê, hemû şêniyên farqînî diçinê serdana tirbeyan û diçin park û rexê çeman. Gel, xwarina xwe amade dike û diçin cihên bidar keyf û şahiyê dike. Ew roj ji nexweşan re dibe derman û bi xwe re bereketê tîne. Herkes amadekariyên xwe dike û bi taybet jî dolmayên tirş tên çêkirin û li mêvanan tên belavkirin.”
 
‘SÊ HEFTE TÊ PÎROZ KIRIN’
 
Bi domdarî Farqînî bi lêv kir ku gelê Farqînê Serê Gulanê her sal bi coş û keyfxweşiyeke mezin pîroz dike û wiha got: “Vê rojê, weke çandekî diparêze. Gelek kes tev li şahiyan dibe. Hinek diçin Bêzvanê ku li wir tirbe heye. Hinek jî geştê dikin. Hinek diçin Qubazîlanê ku li wir jî tirbe heye. Ev hatin û çûn sê hefteyan didome.  Anku pîrozbahî nêzî sê hefteyan didome. Hinek diçin Kurkovî.  Cîhên xweş û tirbe li ku hebin diçin wê derê û heta evarê li wan deveran şahiyan li dar dixin. Sewalan serjê dikin û li mêvan û xizanan belav dikin. Di heman demê de Serê Gulanê ji bo ku keç û xort hev bibînin jî tê lidarxistin. Bi hezkirinên di vê rojê de bi nav û denge. Gelek kes bi vî awayî zewiciye û hev revandine.” 
 
Di dawiya axaftina xwe de Farqînî ev tişt anî ziman: “Ev roj,  ji bo kurdan rojeke girîng û pîroz e. Hewce ye ku her kes beşdarî şahiyên Serê Gulanê bibe û vê çandê ji bîr neke. Wekî her sal, em ê îsal jî bi coşeke mezin pîroz bikin.”