Li Bismilê zarokan ji bo 15'ê Gulanê resm xêz kirin

img
AMED - Di çarçoveya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li navçeya Bismilê ji bo zarokan bernameyeke ziman û çandê hat lidarxistin.   
 
Çalakiyên ku bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî tên lidarxistin îro jî berdewam kirin. Ji aliyê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, MA Muzîkê ve li taxa Seyrantepe ya navçeya Bismil a Amedê bernameyek hat lidarxistin. 
 
Destpêkê biş erbaneyan meş hat lidarxistin û piştre jî alfebaya kurdî fêrî zarokên taxê hat kirin. 
 
Dûre jî serçavê zarokan hat boyaxkirin û resm hatin xêzkirin. Zarokan, li ser potekî spî tiştên ku xeyal kir xêz kirin. 
 
Her wiha ritma muzîkê jî fêrî zarokan hat kirin û zarokan bi hev re strana Aram Tîgran a "Zimanê Kurdî" gotin. 
 
Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.