HDK’ê Meclisa Çand û Hunerê ragihand

img
ÎZMÎR - Meclisa Çand û Hunerê ya HDK’a Îzmîrê damezirandina xwe ragihand û diyar kir ku weke çalakiya ewil dê konserekê li dar bixin. 
 
Meclisa Çand û Hunerê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê bi daxuyaniyekê damezirandina xwe ragihand. Di civîna çapemeniyê de pankarta “Huner, berxwedan e û em bi serîhildanê ber bi jiyana nû ve dimeşin” hatibû daliqandin. 
 
Hevberdevka Meclisa Çand û Hunerê ya HDK’ê Mehtap Alîşan di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku yek ji hêmayên bingehîn ên parastina hebûna civakê, domandina hebûna wê û avakirina pêşeroja wê, huner e. Alîşan, destnîşan kir ku huner di heman demê de yek ji girîngtirîn amûrên têkilîdanîna di navbera civakan de ye.
 
Alîşan, axaftina xwe wiha qedand: “Li gorî me, em herî baş dikarin bi rêya hunerê li dijî krîza heyî, birçitî, xizanî, bêkarî, cînayetên jinan, şer û pevçûnan li berxwe bidin û têbikoşin. Lewma em civakîbûna xwe li ser hunerê ava dikin. Weke komîsyon, ev demekî dirêj bû ku me xebatên xwe didomandin. Me ev xebat temam kirin û me xwest vê keyfxweşiya xwe parve bikin. Weke çalakiya ewil a meclisê, em ê di 27’ê gulanê saet di 19.00’an de li Parka Kulturê konserekî li dar bixin. Konser bêpere ye. Em hemû kesî vedixwînin konsere.”