Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan

img
 
AMED - Koma Şanoyê ya Yekta Hêvî promiyera listika xwe ya bi navê ‘Tu Ne Gara Yî’ li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê da nîşandan. 
 
Teatra Yekta Hêvî ya Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcleyê promiyera listika xwe ya bi navê ‘Tu Ne Gara Yî’ li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê da nîşandan. Lîstika ku Azîz Nesîn nivîsandiye û ji aliyê Şehmûs Sefer hatiye wergêrkirin û Şanoger Nazim Hîkmet Çalişkan derhêneriya wê kiriye, Serhat Yûnûsoglû, Ozgur Adiguzel û Welat Bayhan jî weke lîstikwan lîstin. Lîstik li eywana Şanoya Bajêr a Amedê hat lîstin û şanohezan eywan tije kir. Şanohezan lîstik gelek ecibandin û di dawiya şanoyê de bi deqiqeyan li çepikan dan. Piştî lîstik bi dawî bû li ser navê Şanoya Bajêr a Amedê Kemal Ûlûsoy kom pîroz kir û guldesteyek radestî lîstikvan Serhat Yûnûsoglû kir. 
 
LÎSTIKA LI GOR HERDEMÎ
 
Lîstika Tu Ne Gara Yî ji hêla gelek komên şanoyan ve li eywanên şanoyê hatiye lîstin. Wek îronî û bi şêwaze komedyayê, şano li dijî mîlîtarîzmê ye û desthilatiyê rexne dike. Desthilatiya ku xwe li ser qehremantiyekî derewîn xwe dide avakirin, ev lîstik bi awayekî hûnerî teşhîr dike û rastiya wan dide ber çavên temaşevanan. Wek mijar wisa xuya dike ku bi mijara xwe ve, ev lîstik dê di demên pêşiya me de dê gelek bê nişandan û xwe bide axaftin. 
 
DÊ PIŞTÎ PROMIYERÊ DERKEVIN TÛRNEYÊ
 
Derhênerê listikê Nazim Çalişkan destnîşan kir ku ew dê bi lîstika xwe ve li gelek cihan xwe bigehînin şanohezan. Çalişkan, diyar kir ku ger ku şanohez hebin dê şano jî hebe û her dû ji hev hêz digirin. Çalişkan, derbarê plansaziyên xwe yên dema pêş de bi lêv kir ku ew wek kom hem dê lîstikên nû amade bikin, hem jî dê atolyeyên şanoyê pêkbînin û şanogerên nû tevlî koma xwe bikin.