Penaberê kurd di pêşbirka wêneyan a Awûstralyayê de bû fînalîst

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji kurdên rojhilatê Kurdistanê Mûstafa Azîmîtabar ku ev 8 sal bûn li kampeke Awûstralyayê dihat hiştin, bi firçeya diranan wêne çêkir û di pêşbirka wêneyan a Awûstralyayê de bû fînalîst. 
 
Welatiyê bi navê Mûstafa Azîmîtabar ê ji rojhilatê Kurdistanê ji ber zextên rejîma Îranê neçar ma ku bikeve rêyên koçberiyê. Azîmîtabar di sala 2014'an de li kampa penaberan a Awûstralyayê ya li Girava Manûs a Papûa Nû Gîne tê bicihkirin û li vir bi firçeya diranan dest bi çêkirina wêneyan dike. Azîmîtabar ku 8 salan li kampeke penaberan a li Awûstralyayê hate hiştin, bi otoportreya xwe ya ku bi firçeya diranan çêkir, di pêşbirka xelatan a herî navdar a Awûstralyayê de bû fînalîst.
 
Têkildarî mijarê Azîmîtabar ji AFP'ê re axivî. Azîmîtabar, da zanîn ku bi hinceta ku dê daqurtîne û xwe bikuje, gardiyanan boyax nedane wî. Li ser vê yekê jî qehwe û firçeyeke diranan bala Azîmîtabar dikişîne û serpêhatiya wî jî bi vî rengî dest pê dike. 
 
KODA XWE KIR NAVÊ OTOPORTREYA XWE
 
Penaberê kurd bi domdarî wiha dibêje: “Ez nizanim bê çi bû... Kêliyeke gelekî taybet bû. Min rahişt firçeya diranan, xist nava qehweyê û li ser kaxizê gerand. Ew kêlî bo min weke kêliyekê serkeftinê bû. Koda 'KNS088' li min hatibû kirin û min jî ev kod li navê otoportreya xwe kir. Min xwest bi vî awayî ‘êş û hêza’ jiyana penaberiyê raxim ber çavan.” 
 
‘DEMA MIN BIHÎST PÊ GELEK ŞA BÛM’
 
Bi domdarî Azîmîtabar anî ziman ku huner û wêneyan kir ku ew xwe bihêztir hîs bike û ji ber ku dema wêne çêdikir, êdî travma hîs nedikir. Azîmîtabar ji bo kêliya ragihandina encamê jî wiha dibêje: “Dema min bihîst ku bûme fînalîst, pê gelek şa bûm.” 
 
Penaberê kurd di 21'ê çileya 2021’ê de bêyî ku sedemek îzahetek jê re bê kirin, hate berdan û li Awûstralyayê hewl dide jiyana xwe ji nû ve ava bike. Azîmîtabar diyar dike ku ji bo rêxistineke mirovî bi dilxwazî dixebite.
 
Serketiyê Xelata Archîbald ku wê 100.000 dolarê Awûstralyayê (68.00 Euro) bistîne dê di 13'ê gulanê de were aşkerakirin.