Wênesaz Perwazî jina berxwedêr a Şengalî resmand

img
ENQERE - Wênesazê kurd Ribwar Parwîzî, dayika şengalî ku li dijî êrişên Artêşa Iraqê yên ser Şengalê bi kevirê destê xwe maşîneyeke zirxî dabû sekinandin resmand.   
 
Artêşa Iraqê, duh êrişî Şengalê kiribû û ketibû nav hewldanên dagirkirina Şengalê. Li dijî êrişa Artêşa Iraqê, li Ewropa û Rojhilata Navîn gelek bertek hatin nîşandan û  dayika şengalî ku li dijî êrişên Artêşa Iraqê yên ser Şengalê bi kevirê destê xwe maşîneyeke zirxî dabû sekinandin jî li ser paltformên medya sanal bû rojev. Wênesazê kurd Ribwar Parwîzî ku li Hollandayê dijî, wêneyê vê dayikê resmand. Parwîzî, vê xebata xwe bi nîşeya "Berxwedan Jiyan e, Jin Jiyan Azadî" li ser hesabê xwe yê medya sanal parve kir.