Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê

img

AMED - Malbata Devecîoglu û Çelîk ji bo zarokên wan çand û nasnameya xwe nas bikin li gel zarokên xwe ji bo Amedê geşteke çandî li dar xist. Malbatê diyar kir ku li ser daxwaza zarokên xwe ev geşt kirine û wiha got: “Zarok, dema ji ewil xwe bi kurdbûna xwe nas dikin û vê nasnameyê qebûl dikin, wê demê zûtir hînî nasnameyên din jî dibin.”

Dapîr û bapîrên malbatên Nûra Devecîoglu û Cengîz Çelîk di demên berê de ji bakurê Kurdistanê koçî Anatoliyaya Navîn kirine. Malbata Devecîoglu li Enqereyê û ya Çelîk jî li Çorûmê bi cih dibin. Malbat dibêjin ku her çiqas agahiya wan baş nebe jî, bi eslê xwe ji Semsûrê ne. Nûra Devecîoglu û Cengîz Çelîk hêj di temenekê biçûk de bi malbatên xwe re koçî Danîmarkayê dikin. Li wir mezin dibin, di nava civata hevalên hevpar de hev nas dikin û dizewicin. Ji vê zewacê Lorîn 7 û Mîro jî 4 salî, du zarokên wan çêdibin. Malbatê da zanîn ku ew ji welatê xwe qut bûne lê nexwestine ji ziman û çanda xwe qut bibin. Ji ber vê yekê di nava malê de bi zakokên xwe re bi kurdî diaxivin, stran û bernameyên kurdî hinî wan dikin. Zarok hêj ji biçûkatiya xwe ve ji stranên kurdî hez dikin. Dema ku mezin dibin jî wan stranan ji ber dikin û dixwazin ku cihê ev stran lê hatine gotin bibînin û bi wan zarokan re hevaltiyê bikin. Lorîn, demekî piştre vê daxwaza xwe bi malbata xwe re parve dike û malbat jî bi Ma Musikê re dikeve têkiliyê. Bi vê daxwazê re serpêhatiya vegera welat jî dest pê dike. 
 
Nûra Devecîoglu dibêje ku jiyana li Ewropayê bingeha karekterên takekes pêş dixe û naxwaze zarokên wê tenê xwe bifikirin, haya wan ji jiyana derdora xwe û cîhanê hebe û xêra wan bigihije derdor û civaka xwe. Devecîoglu qala jiyana ku zarokan li Sûr a Amedê bûne şahide wê kir û wiha got: “Em li Sûrê dimînin û Lorîn dît ku zarok li vir dixebitin û alîkariya dayikên xwe dikin. Lorîn ji min re got; ‘Dayê zarokên li vir dixebitin çi guneh in.’ Vê yekê hestiyariyek di Lorînê de pêş xist û tiştên ku li derve bihîstibûn li vir bi çavên xwe dît û pê xemgîn bû.”
 
NASNAME MAYÎNDE DIBE
 
Nûra Devecîoglu destnîşan kir ku di avakirina nasnameya zarokan de nav gelek girîng e lewma wan jî navên Lorîn û Mîro li zarokên xwe kirine. Devecîoglu li welatekî biyanî bi saya axaftina nava malê û stranên bi kurdî, zimanê xwe parastin û hînî zarokên xwe kirin. Bi domdarî Devecîoglu got ku bi vê yekê ziman di nava jiyana xwe de mayînde kirine û wiha domand: “Em dixwazin hevalên wan li vir hebin û bi saya pêwendiyên bi hevalên xwe re, zimanê wan mayînde bibe. Lorînê got ku li vir bo xwe hevalek çêkiriye û dixwaze dema vegeriya ji wê re nameyan bişîne.” 
 
STRAN, RÎTÎM, SOLFEJ, DENGBÊJÎ, ZIMAN…
 
Ji zarokên malbatê Lorîn li Akademiya Zarokan kete dersên stranbêjî, rîtîm, ziman, bona-solfej û sêtêlê. Mîro jî kete dersên Zarok Ma’yê yên li gorî temenê 0-5’an ku malbat jî tev li dibin. Mîro li wir hînî gotina stranan bû, rîtîm û melodî bihîstin û di heman demê de dengbêj û stranbêj nas kirin. Têkildarî dersen Ma Muzîkê jî Devecîoglu ev tişt anî ziman: “Lorîn stranên ku jiber kiribûn, li cihê ku ew stran lê hatine çêkirin û amadekirin guhdar kir û striya. Zarok zû hînî vê derê bûn û hevaltiyên xweş avakirin.” 
 
‘GEŞTA ÇANDÎ’
 
Bavê zarokan Cengîz Çelîk jî got ku li Danîmarkayê sazî û dezgehên kurdan ên çandî kêm in û ji ber daxwaza zarokên xwe, xwestine ku biçin geşta çandî ya welêt. Çelîk, da zanîn ku wan bi vê hewldana xwe mebest kirin ku zarok bajarên dê û bavên xwe nas bikin, bi zarokên li wir re hevaltiyê bikin û jiyana vê derê bibînin. Çelîk, perwerdeya muzîkê ya li Danîmarkayê û ya li Amedê wiha da ber hev: “Helbet derfetên hînkirina muzîkê yên li Danîmarkayê jî hene û bi giranî perwerdeyê Mûzîka Rojavayî tê dayîn. Ez li wir mezin bûm û asta hînkirin û rêbazên perwerdeya li wir dizanim. Rêbazên perwerdeyê yên li wir êdî statîk bûne û heman tişt tên nîşandan. Lê dikarim bibêjim ku heyranî asta li vir û rêbazên hînkirinê mam. Zarokên temenê wan di navbear 0-5 salî de dersên xwe yên mûzîkê hene. Bi vî aliyê xwe ve Ma Muzîk ji Ewropayê gelek pêşdetir e û bi vê yekê gelek şa bûm.”
 
AVABÛNA NASNAMEYÊ
 
Çelîk bal kişand girîngiya nasnameya çandî û diyar kir ku divê beriya ku bielimin nasnameyekî din, di zarokan de nasnameyeke rûniştî hebe da ku di demên piştre de nakokiyan nejîn. Çelîk, avakirina nasnameya çandî jî wiha nirxand: “Mînak, ez ji 4 saliya xwe ve li vê dere me û hema bêje emrê min li vir derbas bû. Lê hêj jî ez xwe wek danîmarkayiyekî nabînim û danîmarkayî jî min weke xwe nahesibînin. Ez naxwazim heman nakokiyê zarokên min jî bijîn. Dema ji ewil xwe bi kurdbûna xwe nas kirin û qebûlkirin, wê demê zûtir hînî nasnameyên din jî dibin.”
 
‘BANDORA DEMA DIRÊJ’ 
 
Bi domdarî Çelîk destnîşan kir ku li Amedê hem ji hêla rêveber û mamosteyên Ma Muzîkê û hem jî ji aliyê malbatan ve gelek baş hatine pêşwazîkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek kes ji bo geştê Behra Spî û Marmarayê tercîh dikin. Geştên bi vî rengî tiştekî li zarok zêde nakin. Lê geştên çandî, bandoreke demdirêj li zarokan dike û wan pêş dixe. Zarokan li vir zarokên ku dixebitiyan û alîkariya dayikên xwe dikirin, dîtin. Ev tecrube dê bandorê li jiyana wan bike. Ev yek bi tena serê xwe di jiyana wan de dewlemendiyeke. Ev bandor ne bandorekî demkurt lê demdirêj in.” 
 
Malbatê bang li hemû malbatên kurd ên li Ewropayê kir ku tevî zarokên xwe werin welatê xwe û geştên çandî li dar bixin.