Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolîn, dîrok û wêjeyî xwendine

img

AMED - Me ji pirtûkxaneyan pirtûkên ku ji par ve herî zêde li Amedê hatine xwendin pirsîn. Li gorî daneyên pirtûkxaneyan, Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolînî, dîrokî û wêjeyî xwendine. 

Li Kurdistan û Tirkiyeyê yek ji bajarên herî polîtîk Amed e. Amed, li gel yek jê girîngtirîn navendên siyasetê, her wiha ji hêla nêrîn, çand û baweriyan ve jî bajarekî kozmopolîte. Vê jî kiriye ku Amed di hêla çandî, xwendin û nivîsandinê de pêş bikeve. Li Kurdistanê ev demekî dirêje şerekî giran heye û li gel vê, her wiha rewşa pandemiyê û krîza aborî jî bandorekî mezin li ser şêniyên bajêr dike. Me mereq kir bê ka Amediyan di vê rewşê de herî zêde kîjan pirtûk xwendine û meyla wan li ser kîjan mijarê ye. 
 
Li gorî daneyên ku me ji weşanxane û çapxaneyan dane ber hev, xelkê Amedê di nava pirtûkên bi kurdî de ji par heta niha herî zêde pirtûkên lêkolînî bi taybet jî yên li ser dîroka kurd û Kurdistanê xwendine. 
 
Li gorî daneyên me, ji par heta niha pirtûkên bi kurdî û tirkî yên li Amedê herî zêde hatine xwendin ev in:
 
1- DÎROKA KURDAN Û KURDISTANÊ - M. EMÎN ZEKÎ BEG 
 
Li gorî daneyên par, pirtûka ku ji hêla amediyan ve herî zêde hatiye xwendin, pirtûka M. Emîn Zekî Beg a Dîroka Kurdan û Kurdistanê ye. Zekî Beg, ji çavkaniyên cuda sûd girtiye û di encama lêkolîneke berfireh de pirtûka xwe amade kiriye. Ji bo kesên ku dixwazin li dîroka kurd û Kurdistanê lêkolînan, pirtûka Zegî Beg çavkaniyeke sereke ye. Her wiha pirtûk di destê gelek pirtûkfiroşan de xelas bûye û li ser malperên înternetê jî biha tê firotin.
 
2 - MÎRZAYÊ BIÇÛK - ANTOINE DE SAINT-EXUPERY   
 
Hem li gorî salên dawî û hem jî hemû deman ji zêdetirîn pirtûka hatiye firotin û xwendin e. Pirtûk, ji çavê zarokekî jiyana mezinan û liv û tevgerên wan vedibêje. Her wiha tê angaştkirin ku pirtûk kesayetên modernîteyê û encamên Şerê Cîhanê yê Duyemîn rexne dike. Her çiqas wek pirtûkeke zarokan hatibe nivîsandin jî, wek naverok xitabî mezinan jî dike. Pirtûk, li gelek zimanan hatiye wergerandin û adapteyî şano û sînemayê jî hatiye kirin. 
 
3 - EREB ŞEMO - DIMDIM
 
Destana bi navê Xanê Çengzêrîn wekî destana DIMDIM'ê tê zanîn û bûyerên serhildana sedsala 17'emîn digre dest. Keleha Dimdimê li rojhilatê Kurdistanê ye. Artêşên osmanî û îranê li hev dikin û êrişî Keleha Dimdimê dikin û dixwazin bi dest bixin. Li gorî pirtûkê, kesek rêya ava paqij a diçe kelehê nîşanî artêşên êrişkar dide. Li ser vê yekê av li ser berxwedêran tê qutkirin. Pirtûk, berxwedana Xanê Çengzêrîn a li hemberî artêşên osmanî û îranî bi zimanekî wêjeyî vedibêje. 
 
4- LEYLAN - SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ
 
Ji romanên demên dawî de hatine nivîsandin yek jê ya herî zêde hatiye firotin û xwendin, pirtûka Selahattîn Demîrtaş a Leylan’ê ye. Di romanê de Demîrtaş, bextewarî, evîn, tekoşîn û kedê vedikole û li bersivên nû digere. Bûyerên balkêş û herikbar ji Amedê dest pê dikin, li Stenbolê û Zûrihê berdewam dikin û li Nisêbînê jî bi dawî dibin. Pirtûk her çiqas bi zimanê tirkî hatibe nivîsandin jî, lê belê wergera pirtûkê jî gelek hate firotin. 
 
5 - METÎN AKTAŞ - NÎŞANCI
 
Roman, bûyerên di Serhildana Şêx Seîd de bi awayekî wêjeyî  bi xwîneran re parve dike. Derheqê Serhildana Şêx Seîd de gelek agahiyên şaş û derew hatine belavkirin. Ev roman ji wan şaşî û derewan û hem jî ji jiyana li ser wan derewan hatiye avakirin re bersiveke. Roman, bi zimanekî baş hatiye hûnandin û rastî eleqeyeke mezin hatiye. 
 
6 - JINEOLOJΠ
 
Kovar, ji hêla jinan ve bi awayekî kolektîf tê amadekirin û çapkirin. Di kovarê de rastî ji doğmayan dûr tê destgirtin û li dijî feraseta mêr/pozîtîvîst jî civak, aborî, jin, zayendî û hwd. bi çavê jinê tê nirxandin. Bersiva 'Çima Jineolojî’ dide xwîneran. Tê payîn ku ji bo têkoşîna jinan, kovar bibe wek mîraseke mezin bimîne. Wek çavkanî û birdozî, ji rexne û pêşniyarên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derdikeve rê û ji niha ve ji aliyê gelek tevgerên jinan ên cîhanê ve tê nîqaşkirin û şopandin. 
 
7 - TENÊTIYA SEDSALÎ  - GABRÎEL GARCÎA MÂRQUEZ
 
Nivîskar, zarokatiya xwe bi awayekî fantastîk û bi vebêjeke efsûnî girtiye dest. Nivîskar 16 salan li ser bûyerên zarokatiya xwe fikiriye û pirtûk di nava 2 salan de nivîsandiye. Di vê pirtûka xwe de nivîskar jiyaneke di xaniyeke mezin de derbas dibe vedibêje ku xwîşkek axê dixwe, dapîr pêşerojê dibîne û çend xizmên wî jî di navbera dînitî û bextewariyê de mayîn e. Dapîra ku li hemberî bûyerên herî giran wek bêxem tevdigere, sirûştê dide nivîskar û ev yek bûye terzê nivîsandina romanê.  Pirtûk li gelek zimanan hatiye wergerandin û ji ber rêbaza nivîsandinê jî gelek nîqaş li ser hatin kirin. 
 
8 - DENGÊ ZÊ - MEHMET AKDOGAN
 
Romana duyemîn a nivîskar de leheng Mûstafa ji bo perwerdeya medreseyê diçe Colemergê. Li aliyekî hesreta gund dikişîne û li aliyê din jî bi tirsên xwe re rûbirû dimîne. Li vir hevalê xwe Îsiv dibîne û di salên 90’î de rastî polîtîkayên dijwar ên dewletê tên. Îsiv û Mistefa şahidiya bûyeran salên 90’î dikin. Çîroka her du hevalên zarokatiyê li Colemergê dest pê dike û li Geverê bi dawî dibe. Roman, bûyerên van salan ên kiryarnediyar, zext û zorê digire dest. Di vê navberê de têkoşîna gelê kurd tê vegotin û wekî şahidekî van bûyeran bi xwînerên xwe re parve dike. 
 
9 - DESTAR - ENSTÎTUYA KURDÎ YA AMEDÊ
 
Kovara Destarê, ji hêla gelek nivîskaran ve bi awayekî kolektîf tê derxistin û gelemperiya nivîsan, encama lêkolînan in. Ziman, wêje, lêkolîn û hwd. jî di nav de gelek mijar tên destgirtin. Kovara ku 3 mehan carekê bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî derdikeve, xîtabî tevahiya kurdan dike.
 
10 - FIRAT CAN – WELATEK JI HÊVIYÊ RE (UMUDA BÎR ULKE)
 
Nivîskar, di vê romana xwe de rastiya îktîdarê û mêrê serdest bi awayekî rexneyî digire dest û bi bûyerên siyasî û cîvakî dixwaze di şexsê jinê de berxwedanê û tekoşînê wek rastiyekî jiyanê pêşkeşî xwîneran bike. 
 
11 - ZANA FARQÎNÎ - FERHANGA KURMANCÎ
 
Ferhanga Kurmancî wekî her dem girtîngiya xwe parastiye û ji bo hemû kesên ku dest bi xwendin, nivîsandin û wergera kurdî ferhegekî jêveneger e. Berhevkar Farqînî, di encama lêkolînên xwe de têgehên herî zêde tên bikaranîn berhev dike. Ji çapên xwe yên berê heya çapa xwe ya nû, ferhen rastî eleqeyeke mezin tê. Wisa xuyaye ku dê vê rola xwe ya girîng heta demekî dirêj bilîze.