Li quntarê Çiyayê Cûdî Cejna Paskalyayê

img
ŞIRNEX - Bawermendên xiristiyan, li navçeya Silopiyayê li quntarê Çiyayê Cûdî Cejna Paskalyayê pîroz kirin. 
 
Li gundê Hesena yê Silopiya ya Şirnexê ku gundê suryanan e, gelek bawermendên xiristiyan bi munasebeta Cejna Paskalyayê hatin ba hev û cejna xwe pîroz kirin. Ji bo cejnê, ji şevê din heta niha li gund amadekarî dihatin kirin û bi sedan welatiyan hêkên reng bi reng boyax kirin. Gelek filehên ji gundên derdorê jî li gundê Hesenayê hatin ba hev. Welatiyan, kesên li malan digeriyan hêk, falik û fêkî belav kirin. 
Di dema lîstika hevxistina hêkan de dîmenên rengîn derketin holê. Piştre jî xwarinên hatibûn çêkirin li nava gund pêşkeşî welatiyan hate kirin.