Koma Hinek Henek bi pênc lîstikên nû derket pêşberî bînerên xwe

img
AMED - Koma Hinek Hinek di çarçoveya bernameya xwe ya meha nîsanê de duh bi şev bi pênc lîstikên nû derket pêşberî bînerên xwe.
 
Koma Hinek Henek duh bi şev li ser dîka Şanoya Bajarê Mezin a Amedê bi eleqeyeke mezin bînerên xwe pêşwazî kir. Koma Hinek Henek piranî lîstikên ku ji aliyê nivîskarên dildar ve hatine şandin, dilîzin. 
 
Lîstikên Hinek Henek, li Şanoya Bajar a Amedê mehê 2 caran dihatin lîstin. Gelek bîner ji bo temaşekirina lîstikan eywana şanoyê dadigirt û gelek kes jî li derve diman. Lewma jî biryar hate dayîn û êdî lîstikên heyî mehê 4 caran tên pêşandan. Lê dîsa jî eywan ji bînerên Hinek Henek re teng tê û gelek bîner neçar dimînin ku paşve vegerin. 
 
Navên lîstikan û naveroka wan wiha ye:
 
EZÎZÊ SOLA
 
Lîstik, ji aliyê Ferhat Manîş ve hatiye nivîsandin û rewşa kesên ku ji rastiya xwe şerm dikin, vedibêje. Lîstik, bi quretiya kesên ku ji rastiya xwe şerm dikin ve dest pê dike. Kesê ji xwe û rastiya xwe şerm dike neçare ku derewan bike da ku rewşa xwe veşêre. Di dawiya lîstikê de rastî derdikeve holê û quretî bi zimanekî hunerî tê rexnekirin. 
 
AlîKARÎ
 
Ev lîstik jî ji aliyê nivîskarê dildar Ferhat Manîş ve hatiye nivîsandin û kesên bi mereq û nezane digire dest. Lîstik, bi teqîna tekereka erebeyê dest pê dike û kesên nezan li dora erebeyê kom dibin. Di dawiya dawî de mereqdar yek bi yek xisardayîna erebeyê ji dor erebeyê dûr dikevin. 
 
CÎRAN EMLAQ
 
Lîstik, ji aliyê Raşat Kemal hatiye nivîsandin û zehmetiyên kirêkirina xaniyan a xwendekaran vedibêje. Ji ber van zehmetiyan, xwendekar an xwe wekî kesên zewicî nîşan didin an jî neçar dimînin ku xwediyên xaniyan bixapînin. Di lîstikê de her du rewş jî tên rexnekirin û peyama hevfêmkirinê dide. 
 
EM DIFIRIN
 
Ev lîstik ji aliyê Umut Yilmazer ve hatiye nivîsandin û rewşa polîtîk bi zimanekî mîzahî rexne dike. Gotinên siyasetmedaran ên ‘EM DIFIRIN’ (HÎVÊ) bi awayekî realîst girtiye dest. Di lîstikê de gotinên siyasetmedaran ên bêbingeh tên vegotin û rastiya wan tê destnîşankirin. Di lîstikê de rokêta ku dê siyasetmedaran bibe hîvê, ji ber barê giran (civak) nikare ji erdê rabe û roket parçe parçe dibe. 
 
Eywana şanoyê şevê din jî bi bîneran tije bûbû û lîstik bi çepikan bi dawî bûn. Koma Hinek Henek dê îşev jî saet di 20:30’an de li Şanoya Bajar a Amedê bi heman lîstikan derkevin pêşberî bîneran.