Du bajarên qedîm ên bêxwedî: Soxmatar û Şûayîp

img

RIHA - Li navçeya Heranê bajarên qedîm Soxmatar û Şûayîp çendî bêxwedî hatibin hiştin jî, lê bi mîmariya xwe balê dikişînin. 

Bajarê qedîm Soxmatar ê 53 kîlometreyan dûrî navçeya Heran a Rihayê û bajarê qedîm Şûayîp ê 38 kîlometreyan dûrî navçeyê, bi mîmariya xwe balê dikişînin. Çendî her du bajarên qedîm di nava Heyînên Çandî û Dîrokî de bin jî, lê dîsa jî baş nayên parastin. 
 
SOXMATAR 
 
Tê gotin ku bajarê qedîm Soxmatar, piştî zayînê di sedsala 2'yan de hatiye avakirin. Di dema Qiraltiya Abgarê de li herêma Çiyayên Tektekê hatiye avakirin û wekî navenda peresînê ya xwedayên heyv û gerestêrkê hatiye bikaranîn. Soxmatar ku navê xwe ji peyva "matar" a bi erebî tê wateya "baran"ê girtiye, li devereke wisa ye ku zivistanan gelek baran lê dibare. Lewma li herêmê gelek kanî û bîr hene. 
 
Derdora Soxmatarê bi xaniyên bi keviran hatine çêkirin dorpêçkirî ye. Li taxê gelek şikeftên mezin û biçûk hene. Li derdorê gelek qûleyên ewlehiyê hene û li hêla çepê ya têketina taxê peykerê xwedayê Heyvê heye. Li cem vî peykerî peykerekî din jî heye û li ser wan nivîs hene. 
 
ŞIKEFTA POGNONÊ
 
Li hêla rastê ya têketina taxê jî gelek şikeft hene. Di şikefteke wekî Pognon tê zanîn, peyker hene ku wekî 12 xwedayan tên binavkirin. Her wiha di şikeftan de gelek gor jî hene. Avahiyeke dîrokî ya din a taxê jî bîra Hz. Mûsa ye. Ev bîr hê jî tê bikaranîn û tê gotin cihê bîr lê ye, cihê ku Hz. Mûsa gopalê xw elê xistiye bi xwe ye. 
 
DI ŞIKEFTAN DE TEPIKÊN RÊXÊ
 
Niha kesên li herêmê dijîn, tepikên xwe yên ji rêxê di şikeftn bajêr de didin ser hev. Ev bajarê qedîm çendî bêxwedî hatibe hiştin û neyê parastin jî, lê hê jî bi mîmariya xwe balê dikişîne û yek ji navendên dîrokî yên sereke yên Rihayê ye. 
 
BAJARÊ QEDÎM ŞÛAYÎP
 
Ji bajarên qedîm ên li Heranê yek jê jî Bajarê Qedîm Şûayîp e. Şûayîp ku bi mîmariya xwe mirov ber bi xwe ve dikişîne, tê gotin ku di dema Romayê (piştî zayînê sedsala 4-5'an) hatiye avakirin. Bajarê qedîm bi qasî 38 kîlometreyan dûrî navçeya Heranê ye û bi hewşên xwe yên sêgoşeyî yên di terhê malên Romayê de balê dikişîne. Li vir jî şikeft, gor û bermayiyên sûran hene. 
 
Li vir du şikeftên bi hev vce girêdayî hene. Ev her du şikeft wekî şikeftine pîroz tên qebûlkirin, ji lew re tê gotin ku Pêxember Şûayîp di van şikeftan de maye. 
 
MA / Mujdat Can