Dadgehê qedexeya lîstika kurdî parast: Ji bo domdariya dewletê

img

RIHA - Walîtiya Rihayê lîstika şanoya kurdî qedexe kiribû, ji ber vê qedexeyê doz hatibû bekirin lê dagehê bi hinceta maf û pêywira walîtiyê heye ku ji bo domdariya dewletê bi kar bîne û biryara doz vekirinê qebûl nekir.

Di 14’ê Mijdara 2020’an de dê ji aliyê Baroya Rihayê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ve lîstika şanoyê ya kurdî ya Teatra Jiyana Nû “Bêrû Klakson Borizan Girt” bihata pêşandan.  Lê belê Walîtiya Rihayê bi biryareke kêfî  di 13’ê Mijdara 2020’an de li navenda bajêr û navçeyên wê lîstik qedexe kir.  Parêzeran Alî Arslan û Hîdayet Enmek ji bo “Biryara qedexeyê bê rakirin” seril li Walîtiya Rihayê da. Walîtiyê jî bi hinceta “Dê tiştek neyê kirin” ev serldana parêzeran red kir. 
 
 VEGUHEZTÎ DADGEHÊ 
 
Piştî biryara red a Walîtiyê parêzeran ji bo betalkirina vê biryarê di 12’ê Sibata 2021’an de serî serî li Dadgeha Îdarî ya Rihayê dan û doz vekirin.  Parêzeran di serlêdana xwe xwe destnîşan kirin ku ev lîstik bi Tirkî li gelek bajarên Tirkiyeyê derket ser dike û hat lîstin, ev qedexeya ji bo lîstika Kurdî li derveyî nirxên civakî yên demokratîk û hukmên Makeqanûnê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Her wiha parêzeran di serlêdana xwe de diyar kiribûn ku ev lîstik bi salan e li gelek caran hatiye lîstin, tenê ji ber bi Kurdî ye hatiye qedexekirin û ev jî li dijî rêgeza wekvîtiyê ye, ji ber van sedeman xwestin ku ev biryar bê betalkirin. 
 
 'JI BO DOMDARIYA DEWLETÊ…'
 
 Dadgeha 2’yemîn a Îdarî ya Rihayê piştî 14 mehan derbarê doza betalkirinê de biryara xwe da. Dadgehê di biryara xwe de îdîa kir ku koma bi navê Teatra Jiyan Nû girêdayî Navenda Çand a Mezopotamyayê ye NÇM jî bi PKK’ê re di nav têkiliyê de ye.  Dadgeh, berpêş dike ku têkoşîna li dijî “terorê” ewlehiya mîlî û ji bo pêkanîna domdariya dewletê pêywira rêveberiya îdarî ya xizmata cemaweriyê ye, ji ber vê hesasiyeyê biryara pêwirdayînê hatiye fireh kirin. Dageh bi berdewamî îdia dike bi qedexeya vê lîstikê pêşî li piştgiriya “terorê” hatiye girtin. Li ser vê bingehê dadgeh aşkera dike ku biryara Walîtiya Rihayê ya ji bo qedexeya koma Teatra Jiyana Nû  ya lîstika “"Berû Klakson Borizan Girt" a ji bo navend û navçeyên Rihayê di cih de ye, ne li derveyî qanûnî ye û doza ku di vî warî de ji aliyê parêzeran hatiye vekirin red dike. 
 Parêzer ji bo biryarê îstinaf bikin dê bibin Dadgeha Îdarî ya Edliye ya Herêmê.
 
 'DIJBERÎ KURDÎ YE’
 
 Parêzer Hîdayet Enmek têkildarî biryara dadgehê ya qedexeya lîstika şoanoyê de axivî û diyar kir ku ev tê wateya qedexikirina çand û zimanê kurdî. Enmek ev tişt anî ziman: “Ev yek ji polîtîkayên pişaftinê yên li ser nasname, çand û zimanê kurdî cudatir mirov nikare bifikire. Ev pêkanînên li ser gelê kurd ku tê kirin li dijî birayarên Peynama Mafên Mirovan a Ewropa û rêgezên huqûqî yên gerdûnî ye.”
 
Enmek destnîşan kir ku ev biryara dadgehê ku daye çawa dibe ku lîstika şanoyê zirarê bide hebûna dewletê û ev tişt anî ziman:  “Em di fêhmkirinê de zehmetiya dikişinin. Lê me careke din dît ku ev biryar ji polîtîkayên li dijî Kurdan û zimanê Kurdî ne serbi xwe ye. Me careke din dît ku dadgeh û daraz jî ji van polîtîkayan ne serbixwe ye. Di vir de pirsgirên ne ew lîstika ku  ji aliyê Dario Fo yê Îtalî ve hatiye nivîsandin, ji ber ku bi Kurdî tê lîstin e.”
 
‘PIRSGIRÊK NE LÎSTIK E’
 
Parêzer Alî Arslan jî helwesta dadgehê nirxand û diyar kir ku ev biryar ew rêgeza huqûqa gerdûnî bi de aliyekî, gelekî dûrî standardên hiqûqa herî kêm e. Arslan destnîşan kir ku  ji avakirina komara Tirkiyeyê heta niha polîtîkayeke pişaftinê ya li ser zimanê Kurdî tê meşandin heye.  Araslan diyar kir ku dadgehê di hinceta reda birayar xwe de koma Teatra Jiyana Nû bi NÇM’ê û NÇM’ê jî bi PKK’ê ve gire dide û wiha got:  “Ji ber vê yekê hinceta redkirinê ne ji ber naveroka lîstika şanoyê ye, ji ber zimanê ku lîstika şanoyê pê derdikeve ser dikê ye. Mirov dikare bêje ev biryar gotinên Suleyman Soylu ên ‘Bikin dê hiqûq li pêy me bê’ piştrast dike.”
 
 ÇI BÛBÛ?
 
 Teatra Jiyana Nû dê di 13’ê Cotmeha 2020’an de di çarçoveya piştgiriya projeya ji aliyê  Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de ku di dema pandemiyê de dê li Sahneya Gazîosmanpaşa derketa ser dike.  Lê Qeymeqamiya Gazîosmanpaşayê beriya ku lîstik bê pêşandan bi çend saetan bi hinceta ku “Dibe ku cemaweriy aciz bike” qedexe kir.  Alîgirê Wezîrê Karê Hundir Îsmaîl Çatakli jî ji bo lîstika ku ji aliyê nivîskarê îtalî Dario Fo nivîsiye gotibû  “Propagandaya PKK’ê”. Walîtiya Stenbolê jî aşkera kiribû ku ji ber lîstikvanan “Propagandaya PKK’ê” kiriye derbarê wan de lêqirsîn dane destpêkirin. Ev qedexe û daxuyanî ji aliyê gelek derdoran ve rastî bertekên tund hatibû.
 
MA / Mujdat Can