Kela Çemdînê bûye axur

img

RIHA - Dîwarên Kela Çemdîn a dîrokî hindik mane xera bibin. Şêniyên taxê dixwazin keleh bê restorekirin. 

Kela Çemdînê ya li taxa Eskî Kale ya navçeya Wêranşar a Rihayê ku xwe disipêre sedsala duyemîn, hindik maye hilweşe. Desteya Parastina Heyînên Çandî ya Rihayê di 28'ê Sibata 2013'an de ji bo qelehê û derdora wê biryara qada sîtê daye, lê ji bo vê tu lewhe danenîne. Her wiha ne li kelehê ne jî li derdora wê tu xebat nayên kirin û dîwarê kelehê jî hindik mane hilweşin. 
 
Kela Çemdînê ku 28 kîlometreyan dîrû navenda Wêranşarê ye û li sêgoşeya Herran û Halîliyeyê ye, malovaniya bizans, ereb û akkoyûniyan kiriye. Keleh li ser girekî ku herêmê dibîne hatiye çêkirin û li ser rêya Hevrişimê ye. Li derdora kelehê gelek şikeft, gor û kanî hene. Her wiha nêzî 300 şikeftên biçûk jî ji aliyê welatiyan ve bi deriyan hatine girtin û wekî axur tên bikaranîn. 
 
JI BO ZAROKAN TALÛKE YE
 
Li derdora keleha dîrokî ku bi qasî 14 metreyan bilind e, xendek hatine çêkirin. Li têketina kelehê şikeftek mezin heye. Şikeft jî wekî gelek deverên dîrokî bûye hedefa defînegeran. 
 
Xendekên derdora kelehê ji bo zarokan bûne cihê lîstikê. Car carinan ji lekehê kevir dikevin û dibin cihê talûkeyeke mezin. 
 
Ji şêniyên taxê Reşat Vûral ê 72 salî, diyar kir ku keleh ji zû de ye di vî halî de ye. Vûral, anî ziman ku 3 meh berê bi qasî mehekê xebatek hatiye kirin, lê ev xebat di nîvî de maye û got: "Ger ev der bê çêkirin dê gelek turîst bên. Me gelek caran ji bo restorekirina wê serlêdan da, lê tiştek nehat kirin." 
 
'DIVÊ BÊ PARASTIN'
 
Vûral, bi lêv kir ku divê ev keleha dîrokî bê parastin û her sal bi hezaran turîst tên vira, lê bertek nîşanî halê kelehê didin û diçin. Vûral, diyar kir ku hin kes di hundirê kelehê de li defîneyan digerin û heke keleh bê restorekirin dê ji bo gund bibe çavkaniyeke aborî. 
 
 MA / Mujdat Can