Hunermend Yûnis Das: Albûma min bila bo pêşketina ziman bibe gavek

img
ÎZMÎR - Albûma bi navê “Henase” ya hunermendê kurd Yûnis Das derket û li ser hemû platformên dîjîtal li pêşberî guhdaran e. Das diyar kir ku ew hêvî dike albûma wî yekemîn ji bo pêşketina ziman û çanda kurdî bibe gavek. 
 
Hunermendê kurd Yûnis Das di sala 2008’an de hêj dema xwendekarê zanîngehê bû bi avakirina koma Teq û Req dest bi rêwîtiya muzîkê kiriye. Yûnis Das albûma xwe ya solo ya ewil bi navê “Henase” derxist. Albûm li ser hemû platformên dîjîtal ên muzîkê hat belavkirin. Gotin, muzîk û aranjmana albüm hemû aydê Das e û albüm ji 10 stranên zaravayê kurmancî yê kurdî pêk tê. Di albûmê de soundên rojavayî wek rocka soft û folk li pêş e û her wiha rîtm, newa û qirika folklorîk a kurdî têde cih digire. Das dibêje wî di tîrmeha 2020’an de dest bi xebata albûmê kiriye û ji ber hin astengiyan ew neçar maye pêvajoya derxistina albûmê dereng bixe. 
 
Yûnis Das di xebatên zimanê kurdî de jî mamostetî, werger û berhevkeriya folklorê dike. Wî teza xwe ya Lîsansa Bilind a Kurdî li Zanîngeha Artûkluya Mêrdînê bi sernavê “Li ser Dengbêj Mihemed Arif Cizîrî lêkolînek etnomuzîkolojîk” temam kiriye. Di albûma Henase de stranên bi navê “Belkî, Dûrî Bûrî, Çûk û Gul, Heçkû, Mij û Berf, Tikûtenê, Zerya, Azadî, Henase û Kerixîm” hene. 
 
Hunermend Yûnis Das li ser albûma xwe Henase û derbarê muzîka kurdî de ji nûçegihanê ajansa me Tolga Guney re axivî. 
 
Hevpyevîna li gel Das wiha ye: